Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mansûr

profîla "mansûr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferzende beg] de;

5. Ew egîd û pêşewayê ku ez niha wêneyê wî wekî wêneyê profîla xwe bi kar tînim. Ferzende Beg, Bavê Elfesiya, Siwarê Ferzendê Emer, di çîrok û kilamên ku li ser ferzende hatine gotin de bi van navan tê pênasekirin. Ferzende Beg di sala 1892an de li navçeya Kopê ya bajarê Mûşê hat dinyayê. Kurê Silêmanê Ehmed e ji eşîra Hesenan e. Piştî avabûna Komara Cumhûriyetê Ferzende Beg li hember înkar û asîmileya rejimê serî hildide û piştgiriya Serhildana Şêx Seîd dike. piştê têkçûna serhildanê derbasê Îranê dibe û heta serhildana Agiriyê li wir dimîne. Bi destpêkirina Serhildana Agiriyê tê çiyayê Agiriyê û bi Îsa Nûrî Paşa re bi awayek qehremanî li ber xwe dide. Piştê têkçûyina Serhildana Agiriyê bi malbata xwe û bi gelek fîraran derbasê sînorê Îranê dibe, li vir hêzên Îranê bi daxwaziya Tirkiyê dixwazin wî dîl bigirin lê Ferzende vê qebûl nake û şer dertê. Di şer de Ferzende bi awayek birîndar tê girtin û wî dişînin Tehranê Girtîgeha Qesrîsencer. Piştê demekê dirêj di girtîgehê de jehrî dinê û Ferzende bi vê awayê tê kuştin.Li gorî îfadeya kurê Huseyn Paşa Nadir Beg ku ew jî wê gavê bi Ferzende re di heman girtîgehê de ye dibêje ku "jehrî dan Ferzende Beg û kuştin piştê kuştinê herdu çevên wî derxistin."

Kilama Şakiro yî li ser Ferzende Beg gotî:



29.03.2020 04:51 ~04:50 | mansûr