Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferzende beg] de;

3. Klama Ferzende

Axao hey li min , li min li min

Wê maqûlo hey li min ,li min li min

Asyayê ,bi sê denga bang dikirî go ; de lê lê besrayê!

Dayê rebenê! sibe ye şereka li me çêbû,qaleka li me qewimî li sura kabirîsana

Li hewşa kafirê Emer Tûman weyla li mi’nemayê, tu sêr bike îro ji êvar de li ser kaniyê …. Ayyyyy

Îrooo

Ji êvara Xwedê da tê gurmîna tometîka vî zalimî nemînim ser tavê borî

Ecem e ,bê şî mezheb e dîn û dişman e ,gule barûdê ser serê me de barî fenanî tavyê

Va zalima dîn e û duşman e tu dêr bike ,malxirabo li me biriye,nade me da deqe û mohlet û sanî

Besrayê bi sê denga bang dikirî go;Ferzende, mala te xira be te digo ez Ferzende me,ez Ferzende me

Ez bavê Efrasiyab ,siwarê Eznewur im,xwudanê kiçûk çapiliyê me,li welatê dordincî Ordiyê de mêr ser mi re qe tune ne

Go; Besrayê agirê kulê di qafiyê te ketê ,ezê bi cotegulê tometîka vî zalimî brîndar im

Eva ne şerê Hesenan e,ne şerê Heyderan e,ne şerê Cîbiran e ne şerê dozde bavê eşîran e

Hewşa kafirê Emer Tûmanê ecem e,bê şî mezheb e , bê dîn û bê îman e

Li ser serê me hurmînê topan e ,giregirê tometîkan û makîneliyan e

L i me biriye deqe û sanî,nade me de tu mohlet û tu eman e

Gavê dina li qarişê şerîeta Mihemed sekinye,ji êvar da ji min re dixwîne meydan û ferman e

Îro , ji êvara Xwedê de gelo vê sibengê,ezê bi cotegulê tometîka vî zalimî birîndar im

Cinyazê Silêmanê Ehmed komê Hesena li pêş çavê min e

Heyfa min nayê bi kuştina Silêmanê Ehmed komê Hesenan e

Heyfa min tê li wê heyfê, ji êvara Xwedê da,li qarişî mi j’mi lave dike rutûb û nîşan û ulametên Hemîdiyê

Lo Axao wele nabî bile nabî

Şer giran e Keremê Qolaxazî mêrgî mêrxasî bi sê gula birîndar e ,tê kuştinê ,tu cara tu zemana jê venabî

Cewabike ne’b xêrê hatiye,dibê îro sê roj e sê şev e

Erz û eyanê mala Emer li kavilya Îranê ,li ser piştê mane gazî nabîne sitar tunîne lê peyabî

Eskerem bin , eskerem bin

Em berxê mala Emer bin qaçaxê romê bin fîrarê dewletê bin

Kerem digote Evdal ,digo ;Em du peyayê Mistefa axa bi tayê bi tenê bin ,

berxê mala Evdalê Mistê bin, bi maleke mînanî mala Emerê Gulîxwuran bi heval bin

Sêr bike li me û li vê zulmê,çar taxayên qeceran û sêrbazan û papagelî

Derê qonaxan li me bigrin ,va herdu malên Gulîxwuran bibêjin ,law tivingê destê xwe daynin teslîmê selingê destê me bin …ayyy

Ê de lê-lêxin , bavê bavê mino de lêxin

Sustema ji stuwê xwe da bînin,qûndaxê Martêlyan û Çapiliyan li erdê xin

Em hene ji berê de baş de qaçaxê romên i fîrarê dewletên i

Berxê mala Emer in bi çûk û mezinê me rabûn û ranebûne ,

Mirîd û canfîdayê mala şêx in begooo

Bê Axao hey li min , li min ,li min

Asyayê bi sê denga bang dikirî go;de lê lê lê Besrayê!

Dayê rebenê sibeye, şereka li me çêbû

Qaleka li me qewimî,li sûra kabirîsal e, li hewşa kafirê Emer Tûman

dayê rebenê wa digere

Mi dî teyrê ecelê ji êvar de li ser serê Silêmanê Ehmed komê Hesena ji êvar da tev digere

Bawer bike qerebalix e yeqîn şer e

Asyayê digote Besrayê;dadayê! dergûşa milê te lawîn e

Tu bi destê Efrasiyab bigire ji navê derkev here

Go; lê dayê rebenê, ji te ra ne eyb e,tu ji min ra dibêjî gotinê were

Bira dergûşa milê min,li dora lingê eşîra mala Emer herdu peyayê mala Mistefa axa tev bigere

Besrayê bi sê denga bang dikirî go ,Ferzende, mala te xirabî ,te digo ez Ferzende me ,ez Ferzende me

Ez bavê Efrasiyab ,siwarê Eznewur im ,xwudanê kiçûk çapiliyê me,li welatê dordincî Ordî mêr ser mi re qe tune ne

Go; Besrayê ,agirê kulê di qafiyê te ketê

Ezê bi cotegulê tometîka vî zalimî birîndar im

Cinyazê Silêmanê Ehmed komê Hesena li pêş çavê min e

Eva ne şerê Hesenan e,ne şerê Heyderan e,ne şerê Cîbiran e,ne şerê dozde bavê eşîran e

Hewşa kafirê Emer Tûman e ecem e bê şî mezhebe,bê dîn û bê îman e

Li ser serê me hurmînê topan e,giregirê tometîkan û makîneliyan e

Li me biriye deqe û sanî nade me da tu mohlet û tu eman e

Gavê dina li qarişî şerîeta Mihemed sekiniye ,tu sêr bike ji mi re dixwîne meydan û ferman e

Cinyazê Silêmanê Ehmed komê Hesena li pêş çavê min e

Heyfa mi nayê bi kuştina Silêmanê Ehmed komê Hesenan e

Heyfa mi tê li wê heyfê ,ji gavê dina dikim nakim ,tilya min a şerdê ji xwe ra li min nagere(Heyfa min tê li wê heyfê,îro ji êvara Xwedê da bi cotegulê tometîka vî kafirî birîndar im ,dikim nakim tiliya min a eşedê ji êvar de l imin nagere)

Lo Axao ,Wele nabî bile nabî

Şer giran e Keremê Qolaxazî mêrgî mêrxas î,bi sê gula birîndar e ,tê kuştinê tu cara,tu zemana jê venabî

Cewabike nebxêrê hatiye,(Dibê) Îro sê roj û sê şev e

Erz û eyalê mala Emer li kavilya Îranê,li ser piştê mane gazî nabîne, sitar tunîne lê peya bin

Eskerem bin, Eskerem bin

Em berxê mala Emer bin ,qaçaxê romê bin fîrarê dewletê bin

Kerem digote Evdal,digo em du peyayê Misefa axa bi tayê bi tenê bin

Berxê mala Evdalê Mistê bin,bi maleke mînanî Mala Emerê Gulîxwuran ra bi heval bin

Sêr bike li me û li vê zulmê,çar texayên qeceran û sêrbazan û papagelî

Derê qonaxan li me bigirin,ji va herdu malên Gulîxwuran ra bibêjin,laowo, Tivingê destê xwe daynin ,teslîmê selingê me bin …Ayyy



Ê de lê-lêxin , bavê bavê mino de lêxin

Sustema ji stuwê xwe da bînin

Qûndaxê Martêlyan û Çapiliyan li erdê xin

Em hene ji berê de baş de qaçaxê romên i fîrarê dewletên i

Berxê mala Emer in bi çûk û mezinê me rabûn û ranebûne

Mirîd û Canfîdayê mala şêx in begooo



23.01.2020 21:38 | tîrêj zana 21