Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên ji dibistana seretayî] de;

13. Dema em dinehêrin zarokên kurdan hemu ji ber zimanê dagirkera nizanibûn xwendekariya hemuyan bi lêdanê bihûriye. Li ser rûyê erdê bûyerên awha ji bilî me li tû derê ez bawer nakim qewimîbin.hingî ev tişt hatine serê me êdî bûye tiştek rojane ,tew hin kes dikenin û derbas dibin ku weke serpêhatiyek normal be.
Niha ji qehra bi girî vê nivîsê dinivîsim.çawa netewek ewqas mezin , bê xwedî be, zarokên wê hama çawa çavên xwe vekin tûşî xezeba dagirkera bên. Ji her tiştî bêhtir zilamek ji hezar km dûr de were û di nava kurda de li zarokê kurda bixe, ev zora min dibe.

Belê ez jî serpêhatiyên xwe binivîsim,ez ne zarokek bong bûm, ji ber bi zimanê wan nizanibûm û diya min jî şîret li min kiribû min qet dengê xwe dernedixist.lê ji ber min ji mamoste fêm nedikir ez pir aciz dibûm û min digot hama ezê herim malê.
Di waneya bîrkarî de jêhatî bum lê di waneya tirkî de wek her zarokekî kurd ez jî gelekî qels bûm.
Wer hasil mamoste di pirtûkê de wêneyê ajala nîşan dida û navê wan dipirsî ,min dî navê min got û ez rabûm şipiya û wêneyê pisîkê nîşanî min da û got navê vê ajalê çiye. De ez rebenê xwedê ji kûr dizanim pisîk bi tirkî çiye.wele min kir û nekir min nizanîbû,hew min nihêrî mamoste hat û bi ceynikê min girt û min bilind kir. De min jî xwe hew zeft kir min dest bi dijûna bi kurdî kir. Wele vê dêlikê ez birim cem midûr û midûr jî gazî bavê min kir ,,bavê min hat ew jî bi tirkî nizane,wele tiştek ji hev safî nekirin û ez beredam.
Ji wê rojê pê veez bibûm benîştê devê hevala hama kî min didît digo " kedîye kedî ".



09.03.2020 14:08 ~14:11 | tîrêj zana 21