Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lawikê metînî] de;

9. Lê lê dayikê, heyranê de tu rabe
Bi xwe ke bi Xwedê ke roja şemiyê
Serê min bişo û xemla min li min bike ...
Bisk û tev morîkan li ber enîka min de çêke
Hey lê lê lê hey lê lê lê
Lê lê hey delalê
Heval û hogirên me çûne Mexrûbî Şexa
Tewavîka di gelîkê kûr de
Keçik digo lê lê dayîk heyranê
Bişîne pey Lawikê Metînî delalî malê
Bila bêye nava sîng û berê min keçikê
Heke tê min dixwaze bila bê min bixwaze
Heke tê min direvîne bila bê min birevîne
Heke min narevîne, sibê wê min birê kin
Hey lê lê lê
Lê lê hey delalê
Ay feleka me xayîn e
Wele me dixapîne mere nayê domê
Hey domê

Lê lê dayikê heyranê
Kanîkê me şêxan û mîran li wî hemberî
Keçik dibê dayîk heyranê
Bişîne pey Lawikê Metînî delalî malê
Bila ji nîvê şevan û pêştir
Bê nava xan û xetê min gerdenê
Herê devê xwe têxe boxazî qirikê
Nava hilî mircan û morîkên min rebenê
Heta devê te bigîje
Binê qûlpê guharê minê heyderî
Hey lê hey lê lê lê
Lê lê lê hey delalê
Ay feleka me xayîn e
Wele me dixapîne mere nayê domê
Hey domê

Lêlê dayikê heyranê
Kanîkê me şêxan û mîran çendî birêz in
De dibê qîzên me derketin şengzerî ne
Bûkên me li meydanê frêzê
Keçik dibê dayîk heyranê
Bişîne pey Lawikê Metînî delalî malê
Heke tê min dixwaze bila bê min bixwaze
Tê min direvîne bila bê min birevîne
Here min narevîne
Sibê wê min biguhêzin hey lê lê lê
Lê lê hey delalê
Ay feleka me xayîn e
Wele me dixapîne mere nayê domê
Hey domê



10.01.2020 18:38 | tîrêj zana 21