Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bakur] de;

5. belgefîlmeke li ser gerîlayên pkk hatiye çêkirin. hin hevala gotine me hêj nû darî kiriye, lewra qedexe filan bûye. lê min ji zûde lê darî kiribû. hem di youtube de bêyî vpn derdikeve.





vêca belgefîlm bi awayek amator û nexweş amade bûye. pêşî bi lîstikeke gerîlla dest pê dike û paşê hinekî behsa kurdistanê tê kirin. piştî wê ji axaftinên fermandarê hpg û pkk hin beş derdikevin û di navbera wê de jî lîstika eware tê lîstin. yanî dema min li vê belgefîlmê darî kiribû, wekî hevala jî gotine dijberî sempatiyê, ez bêhtir ji wan sar bûm. yanê dema ji ber vê dewleta dagirker tehde û zilmê bibînim û zor bigihêje min û herim tevlî nava refên wan bibim, ma ezê bi tirkî biaxivim? bi tirkî perwerde bibînim? bi tirkî lîstika bilîzim? fermandarên tirk û tirkîaxiv dê emr û fermana bidine min? ma divê wan îdeolojiyê pûç û vala weke ayetê quranê jiber bikim û hergava mîkrofon li min hat dirêjkirin, jibere bixwînim?

werhasil û kelam, partiyeke hêza xwe ji bindestî û netewa kurd distîne, bi zimanê biyanî û bi fikrên pûç nikare bala netewê bikşîne û sempatiyekê çê bike. dema gerîla bi tirkî diaxifin, heç wekî li ber çavên min dibin kesên xerîb û ne ji netewa min. wekî ku ev hemû têkoşîn têk çûye û ewqas şehîd belasebeb jiyana xwe ji dest dane.

dema mirov li pêvajoya partiyê dinehêre û dibîne ku çiqas xwe ji kurdî vedikişînin piştgiriya wan ya ji aliya netewê kêm dibe. weke mînak di salên notî de, dema siyasetmedar kolan kolan digeriyan û di mitîngan de bi kurdî diaxivîn û propogandayê dikirin, piştgiriya netew gihaştibû lûtkeyê. helbet hin sedemên din yên weke zext, kuştin û qedeyan jî hebûn lê belê bi min bandora herî mezin axaftina kurdî bû.



21.04.2021 18:13 | tîrêj zana 21