Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêvanên tirşikê] de;

56. Kesên niha hejmara wan bûye 242 ne.
Dema mirov van hejmara dibîne gelkî kêfxweş dibe ku ewqas kes hatine bi kurdî dixwînin û ji tirşikê sud werdigrin.
Dibe ku îro roja zimanê zikmakî ye ji ber wê ewqas kes hatibin lê dîsa jî ev yek hem ji bo kurdî hem jî ji bo tirşikê baş e.
Bi hêvîya ew mêvan bibin nivîskarê tirşikê û bi wan agahî û zanebûnên xwe tirşikê bixemilînin û biedilînin



21.02.2020 23:59 | tîrêj zana 21

55. Niha hejmara wan 146 e
Sibey de ez li ser wan difikirim bê ka evana çi dikin
talî ez gihaştim çend encama

Yek jê dibe ku hevalên dixwazin nivîsandina kurdî fêr bibin tên û dixwînin

Yeka din hevalên mijara ku li ser googlê gerîyane û nedîtine tên li tirşikê lê digerin

Yeka din hevalên dilê wan heye bibin endam lê pêşî dixwazin formata tirşikê fêr bibin ji ber wî awayî berê dixwînin

Yeka din jî hevalên tên peyamê #shorbevan dixwînin û dikenin

Û ya dawî jî faşîstên ku têne rewşa tirşikê qontrol dikin bê ka kes dinivîse an na



31.01.2020 21:07 | tîrêj zana 21