Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwedîderketina li kurdiyê] de;

13. carnan bi ecibandinekê carnan jî bi şîroveyeke nerm pêkan e.dema mirov dîte ku kesek ji bo kurdî dixebite ger ji destê mirov hat divê alîkariya xwe jê texsîr neke. lê ku ji destê mirov nehat hingê riyê hêsan ku mirov karibe piştigiriya wî bike jî hene. divê mirov ji ecibandinê netirse. nizanim çima lê di nav kurdan de li ser înternetê jî hevgirtinek ava nabe. yaw ku xebatek kurdî derket pêşiya te biecibîne, şîroveyek xweş bike û bibe abone an şopînerê wî kesî. pere lê naçe law. destê xwe tirsonek ranekin. şîroveyek te yê xweşik belkî ji wî kesî re bibe moral û camêr an canik her kî be hêj bêhtir li karê xwe germ bibe. ez bixwe dema xebatek kurdî dibînim ku jê hez nekim jî diecibînim û dişopînim ta ku şopînerên wî bigihêjin astekê û şûnde dîsa ji şopê derdikevim. lê ku jê hez bikim jixwe di şopê de dimînim.



25.01.2022 23:54 | tîrêj zana 21