Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêr çi dixwazin] de;

24. Gelek tiştan dixwazin. Ya rast nabe ku mirov hemû mêra wekî yek kesek bifikire û xwestekên hemuyan yek bibîne. Bawerim ji xwe yê mijare vekiriye jî xwestiye her mêrek xwesteka xwe bibêje. Lê li gor peyamên heya niha hatine nivîsîn, gelemperî jin û pera dixwazin.

Lê em werin ser xwestekên min, gelek tişt di serê min de hene lê ez jî nizanim gelo kîjanê ji yê din bêhtir dixwazim. Lê ger wek mecbûrî wan bixime rêzekê, berê her tiştî dixwazim weke kurdekî li welatê xwe bijîm. Paşê di kar û qariyera xwe de serkeftî bim. Dawiyê jinek şîrhelal û zimanxweş bibînim û jiyanek aram pêre derbas bikim. Paşê bo netewa xwe xizmetekê bikim. Çi ji aliyê aborî, çi ji aliyê ziman û çi ji aliyê çandî ferq nake.



26.10.2020 13:11 | tîrêj zana 21