Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mîzaha kurdan a bi tirkmanciyê] de;

13. Mîzaha ku bi saya kurda ev hesab digihêjin hezara şopîner.
Ji ber cihêltiya me û tûnebûna yek helwestiya me hêj em nizanin ku ev kiryar xisarê dide zimên,bişaftinê şêrîn dike,kurdên kurdî nizanin ji halê xwe memnun dihêle,kurda weke hovan nîşan dide,peyvên kurdî derbasî tirkî dike,gelê xwe biçûk dixe... hwd.
Dema em li rêvebirên van hesaban dinehêrin gelemperî qaşo welatparêz in,dema mirov rexne li van qeşmera dike kesên nas jî ku naxwazim navê wan bidim xwe dixin neqebê.

Lê ya herî balkêş şopînerên van hesaban jî qaşo-welatparêz in,ev nîşan dide ku haya me ji gerdûnê tûne ,em dîrokê naxwînin,gelê berî me ku hatine bişaftin hayê me qet ji wan tûne.


Wer hasil êdî dewletê dev ji me berdaye em bi xwe xwe hevudu dipifşênin û zimanê xwe tûne dikin,mixabin piştî dehan salan dewlet gihaye armanca xwe ,heke tiştek negûhere an şoreşek zimên pêk neyê li pêşiya me demên dirêj xwûya nakin.



01.03.2020 12:38 | tîrêj zana 21

9. Pêkenokên ev ji kengî de li ser malperên kurda têne parvekirin
Bi rastî ev jî şaxek ji beşên pişaftinê ye û qet kenê min pê nayê
Û ev yek ji kesên kurd yê xwe veke welatparêz didin nasîn ve jî tête kirin
Mînak : "zatem moralê me bozixa"
" gulma" " oxlimin oxlisî"



03.02.2020 00:51 | tîrêj zana 21