Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pakîstan] de;

4. Dewleteke asyayî ye. Dînê xwe îslamiyet e. Niha îktîdara wê di destê îslama siyasî de ye. Wemî ku li tirkiyê jî îktîdar di destê îslama siyasî de ye, têkiliyê wê û tirkiyê xurt e. Heya mirov kare bêje dostaniyek aşkera di navbera wan de heye.

Yek din ji sedema dostaniya wan mî ewe ku dijminê wan yeke û bi heman netewî re şer dikin. Tirk li kurdistanê bi kurda re şer dikin û wan Bindest kirine, peştûn li pakîstanê bi kurdên belûç re şer dikin û wan bindest kirine. Ji loma di navbera her du dewletên dagirker de peymanên leşkerî hene û bazirganiya çekan heye. Tirkiye wesayîtên zîrepoş yê leşkerî weke ejder, kobra û helîpkoptera êrîşî ya sivik atak difroşe pakîstan. Vê dawiyê pakîstan çend heb balafirên bêmirov yên bi çek bayraktar tb-2 jî xwestine.

Axir, neyarê pakîstan û tirkiyê heman netew(kurd) e. Ji loma bi hişmendiya dijminê dijminê min, dostê min e tevdigerin.



14.06.2021 16:13 ~16:13 | tîrêj zana 21