Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêzefilmên tirkî] de;

7. Esrar ango haşhaşa ku min qet jê nekişandiye. Belê esrar, ji ber ku yên jê hilmekê dikşînin an pozê xwe ber bi bêhna wê de didin, dibin mêjîgirtiyê vê keratiyê. Ji ber ku bergiriya minî xwezayî li hember vê bûjenê heye, bandor li min nake.

Henek li aliyekî, heya îroj ji bilî çend sahneyên kurt yên li ser înternetê û yên di mêvandariya bi zorê tên darîkirin, min çi carî tenezul nekiriye û bala xwe nedaye wan. Lê dibînim ku jinên me kurda bi van fîlmên pêkenî ve girêdayî mane. Hemû leheng û lîstikvanam jibere zanin. Pêre digrîn û pê re dikenin. Xwe dişibînin cil û berg, axaftin û çanda wan.( çanda wan jî çiye, pevşabûn, xwetazîkirin, aşkim aşkim, jîyana lux, entrîkayên qeşmerî)

Bi rastî gelek caran li ser diponijim û serî pê diteqînim ku bê çima di nav gelê me de taybetî nav jina de ewqas pit tê darîkirin. Axirî wê bi paşdemayîna civatê ve girê didim. Ji ber ku tiştên di nav civakê de eyb û şerm tên dîtin li ser televîzyonê eşkere tên kirin, civat heyranî wan dibin. Keç û xortek di rêzefîlmê de pevşa dibin, hemû civat devvekirî li wan darî dikin.

Wekî din tiştên van rêzefîlma xistine nava civaka me:

- axaftina tirkî
- roja dayîkê
-roja bavan
-roja evîndaran
-roja rojbûnê
-roja xaltîka
-roja metika
-roja zaroka
-roja kala
.
.
.
.



19.05.2021 22:36 | tîrêj zana 21