Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jifêzagorda] de;


9. Nivîskara nivê vê şevê peyva "zêdeparî" bi min daye meraqkirin û kiriye hêsîrê bin destê ferhengan. Herçiqas min li ferhengan vekola jî min tiştek nedît. Hama hama serê her peyama xwe de carekî vê gotina "zêdeparî" bikar aniye.

Wekî din ger behsa nivîskariya wê( di zayenda xwe de gotiye "ne yek jî" lê ezê zayenda peyvan li gor mê binivîsim) bikim: herçiqas me di heman heyamê de nenivîsibe jî gelek caran peyamên wê yên kevn derdikevin pêşiya min. Bi qasî ku dixuye zimanekî tûj bikar tîne. Weke berdevkên femînîstan dixebite û li hember peyamên sexist, bavsalar û zayendperest derdikeve.

Ji bo tirşikê rengek cûda bû, bi hêviya ku dîsa li tirşikê vegere. Yan belkî bi maxlaseke din dinivîse.



17.12.2021 03:26 | tîrêj zana 21