Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qelewbûna mirovan] de;

12. Nexweşiya vê serdema ku em têde ne ye. Sedema wê xwarina gelek zêde ye. Dema mirov bi bedena xwe bixebite, rojê 4 dana jî şîvê buxwe pirsgirêk tune lê dema wek jinê niha ji sibe heya êvarî bê navber bixwin û tu kar û suxrê xwe nekin, heya êvarî bi bihîstoka xwe di înternetê kevin dê kîlo bigrin û bibin wek sarinca.

Îja paşê li rexneyên mêr û merevê xwe rast tên ji bo zeîfbûnê bi tomara pera xerc dikin. Carekî mîda wan fireh bûye îja hew karin bi xwe, ji dêlava ku xwarina xwe kêm bikin îja diçin ba diyetîsyena, holên werzîşe û meşa bişev dikin. Belê werzîş başe lê ne ku zikê bi xwarinê hazir dagrin û ji bo hinek nepixandina xwe daxin herin çend çirka li ser xwe bigerin.

Dermanê wê kêmxwarin e. Ji bo kesên naxebitin û tim di mal de ne, xwarina 3 dan ne pêwîst e. Sibe û êvarî bixwin bese, firavînê jî karin bi çend fêkiya derbas bikin. Lê yên wekî min ji sibe heya nîvê şevê di binê înşaata de dixebitin, rojê 4-5 dana bixwin jî bandor li wan nake û qelew jî nabin. Ne qelewî ne jî qelsî, divê li gor qama xwe xwedî kîlo bin. Ev yek di destê mirov de ye. Lê divê hay ji xwarina xwe hebin.



29.06.2020 20:36 ~20:36 | tîrêj zana 21