43. Ev peyam tîrêj zana 21/129826 weke duh û roja tomarbûna min ya li tirşikê jî weke pêr tê bîra min. Belê îro tam 2 sal li ser endambûna min ya tirşikê re derbas bû. Mirov nikare jê bawer bike. Dem nasekine, nayê sekinandin. Dema mirov bîranîn û buyerên xwe dinivîse, dem hêj bêhtir zû derbas dibe. |
|
31.12.2021 15:17 |
tîrêj zana 21
|
40. Tirşikvanê ku reşik nedaye nivîskarê lewendî ye. Herwiha li gor hatiye gotin dema serhêl bûye 2 reşik hatiye dayîn. Wekî ku tê zanîn mafê her nivîskarê carek e. Yanê çi nivîskar nikare 2 cara reşik bide. |
|
11.02.2021 21:06 |
tîrêj zana 21
|
35. Camêrê ku îroj salek li ser endambûna wî ya tirşikê re derbas bûye. Wekî do tê bîra min ku min navê xwe li forma endambûna tirşikê dinivîsand. Û dest bi nivîsandinê kir. Bi rastî tirşik.net bo min weke dibistanekê bû. Min nivîsandina xwe ya kurdî pêş xist û bûm ciwanek welatparêz yê şidandî* min gelek kesên nû nas kir. Beşdarî civînekî bûm û nivîskarên kevn û avakerê malperê jî rûbirû dîtim. Ji bo min tecrubeyek bêhempa bû. |
|
31.12.2020 20:11 |
tîrêj zana 21
|
34. Tirşikvanê ku weke berê her tiştê ku hat heşê wî, nikare li tirşikê binivîse. Ya rast weke berê tişt nayên heşê wî. Berovajî sarbûna tirşikê, bêhtir lê germ bûye û tirşikvaniyê weke nasnameyekî ji xwe re hilbijartiye û li gor erka tirşikvaniyê tevdigere. Heke di rojeva tirşikê de mijareke balkêş bibîne, ew jî çend risteyan li gor zanebûn û agahiyên xwe lê zêde dike. Yan na bi çend hevokên kurt mijara şolî nake. |
|
22.08.2020 16:47 |
tîrêj zana 21
|
32. Nivîskarê bike neke zimanê wî tuj e. Çiqas bixwaze bi nermî bibêje jî gotinê wî tuj û hişk in. Xwuyaye rexneya wî ya ji bo qenciyê bi awayekî dijminahî û avêtina heriyê hatiye fêmkirin. |
|
21.05.2020 22:54 |
tîrêj zana 21
|
23. Nivîskarê dema dawî de rexneyê giran lê tê kirin |
|
09.02.2020 15:31 |
tîrêj zana 21
|
17. Camêrê di sala 2020 an de ji sedî 17.5 ê peyama wî nivîsandîye û ji sedî 23.3 yê mijara wî vekirîye |
|
03.02.2020 01:33 ~01:34 |
tîrêj zana 21
|
8. Camêrê ku bi vê peyamê dê bigihêje peyama xwe ya sedî |
|
11.01.2020 22:20 ~22:33 |
tîrêj zana 21
|
2. Tirşikvanê kû sernivîsa li der heqê wî çewt hatîye nivîsarê |
|
10.01.2020 22:59 |
tîrêj zana 21
|