Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dilreş] de;

43. Tirşikvanê ku ez meraq dikim gelo hêj dihizire ku vîrûsa koronayê derew e.

korona derew e/118285

Hekê hêj di heman ramanê de be, ez wî temîn dikim ku ev nexweşî rast e. Lewra aniha diya min û xuşka min bi vê xopanê ketine. Û êşeke pir giran dikşênin. Heke kesên weke vî camêrî hebin, ji kerema xwe haj tevgerên xwe hebin û nebin sedema belavbûna vê keratiyê. Belê ji ruyê kesên awha mirov dimirin, zarok sêwî dimînin.



27.08.2020 22:39 | tîrêj zana 21

40. Nivîskarê piştî navbiriyekî bi vê tirşik forûm/125546 peyama xwe vegera xwe ragihandiye. Dîsa bi xêr hatiye. Bi hêviya ku ev jê re bibe destpêkek nû û tirşikê ji aliyê erdingariyê ve dewlemend bike. Ji ber ez ne şaş bim, ew bi xwe mamosteyê erdingariyê ye.



22.06.2020 14:03 | tîrêj zana 21

29. Nivîskarê ku iroj xatirê xwe ji tirşikê xwestiye û gotiye ez hew dinivîsim. Lê belê ji xwe serê hefteyekê bû nedinivîsî, bi vê biryara xwe jî in xistite meraqê. Gelo sedema ne nivîsandina wî çiye?



22.04.2020 19:07 | tîrêj zana 21

25. Tirşivanê ku xwudiyê fikrên pir cûda ye. Her wiha ne dilreş e, dilzilûmat e.di mijaran de nivîsên ne ji rêzê dinivîse. Teoriyên komplo ez ji xwendina wan gelekî hez dikim lê nivîsên vî camêrî bi baldarî dixwînin, 2-3 carana dixwînim dîsa jî ji min re bi mantiq nayê.ez nizanim gelo van nivîsa li der mera dixwîne an ew ji ber pizya xwe derdixe? Mînak korona derew e , mamosteyê cografyayê ku dibêje dinya pehn e , gotinên di derbarê vîrûsa koronayê .



13.04.2020 22:08 ~22:07 | tîrêj zana 21

13. Tirşikvanê ku ez jê tika dikim bila ji kerema xwe formata tirşikê heya ku fêm bike bila bixwîne. Çend cara li ser mijarên din bi awayekî gelemperî min hişyar kir lê xwuya ye camêr negirtiye ser xwe.
Ji roja xwe li tirşikê tomar kiriye û heya niha van xeteriya dike. Ji serîde ji ber nû bû min wî hişyar nekir lê wer dixwuye heke kes hişyar neke dê wiha bidome . Niha ezê çend rêzikên formatê li vir rêz bikim bila ji kerema xwe re guh lê bike.

-di tirşikê de nabe ku nivîskar rasterast bersivê bidin hev. Nivîs divê gelemperî û bo raya giştî be. Tirşik wek hûn dizanin ferhengeke înteraktîv e. Ne forum e.

- divê nivîs bi pênaseyek an jî bi raveyekê dest pê bike. Paşê nivîskar dikare fikr û ramanên xwe diyar bike

- nabe ku tirşikvan ji sibe heya êvarê tiroliyan bikin, her çiqas li gor formatê tevbigere jî. Yanê mirov ne mecbur e li binê her mijarê fikrên xwe an jî şîroveyên xwe binivîse. Divê tiştê eleqedariya wî pê heye an jî tiştên zanyarî û agahiya wî jê heye binivîse.



01.04.2020 23:27 | tîrêj zana 21

3. Nivîskarekî tirşikê yê nû ye.bi xêr û xweşî hatiye û malbata tirşikê hîn mezintir kiriye. Xwûdê bike ne wek navê xwe dil tarî be. Ji serî de rastî rexneya hatiyê ji ber rastnivîsê lê divê dilê xwe nehêle. Ji xwe rexnekirina nivîskarên nû jî şaşe , dema ji serî de tuşî van rexneyan tên moralên nivîskara dikeve, ji dêlava wê divê peyamên teşvîq kirinê werin şandin. Dîsa bi xêr hatiye hêvî berdewam be.



15.03.2020 21:51 | tîrêj zana 21