Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bikaranîna tirşikê] de;

2. ji bo nivîskarên nû tevlî me bûne çend fonksiyonên tirşikê ev in;

-- li tirşikê reşikên bi şaşitî hatine dayîn dikarin werin jêbirin. li milê rastê jor bişkojka vebijêrk heye. li vebijêrkê bitikênin û pêl panelê bikin. rûpela panel vebû pêve li milê çepê reşikên min dayî heye, pêl wir jî we kir? temam îja hemû reşikên we dayî li vir in. de îja we kîjanê bişaşitî ango bi çewtî dabe, bi bişkojka poşman bibe dikarin wê betal bikin.

-- bikar anîna bnr , vbnr ; ev fonksiyon bi 2 awayî dikarin werin bikar anîn. yek jê pêşî pêl bnr , an jî vbnr bikin , paşê îmleca xwe bidin berya kevanekê û binivîsin. wekî din jî hûn dikarin binivîsin û cihê dixwazin bnr, vbnr, stûr, paldayî filan bikin, ser payvê heşîn bikin (yanê heke bi kombersê dinivîsin bi mişkê pêlê bikin û heya cihê dixwazin bivin, heke bi bîhîstokê dinivîsin dîsa tilîya xwe li ser peyvê tikandî bihêlin û heya cihê dixwazin pêve bikêşin.)û pêl bişkojka ku hûn dixwazin bikin. bi her dû awaya jî heman tişt çê dibe.



21.04.2020 17:36 | tîrêj zana 21

1. Tirşik li ser çend armancên bingehîn hatiye ava kirin. Dibe ku armancên tirşikvana jî hebe lê belê armancên tirşikê diyarin. Ji bo parastin û pêşdeçûna tirşikê divê hemû tirşikvan li gor formata tirşikê tevbigerin.
Li gor min ji nivîsên patron simurg56 û tirşikvanên damezrîner fêm kiriye armancên tirşikê ev in. Heke kêmasî an jî xeletî di van armanc û pêşniyariya de hebe dikarin sererast bikin, an jî rastiya wê binivîsin.

- tirşik li ser dirûşmeya " tirşik ansîklopediya kurdî ye" hatiye saz kirin. Belê ji ber ansîklopediye divê mijarên bi her rengî hebe. Lê belê rêzik û qaîdeyên ansîklopediyan jî hene. Wekî ku kifş e bi nivîsên ku tu pênase an jî rave kirin tê de tune be ev armanç pêk nayê.

-yek ji armancên tirşikê jî eve ku kesên kurdîhez werin li ser tirşikê kurdiya xwe bisepênin da ku xwe û zimên pêşbixin.

-hêvî û armancek tirşikê din jî eve ku ji bo kurdî û nifşên pey me bên bibe çavkaniyek. Ji bo vê armancê jî divê nivîs têr û tijî bin, li ser wan hatibin fikirîn, kedek hatibe dayin, li gor qaîdeyên rastnivîsê werin nivîsarê da ku hemû kurd jê fêm bikin. Ji ber vî hawî nabe ku tirşikvan tirşikê weke tora civakî ango whatsap ê bikar bînin.

-tirşik ji bo hemu qadên ku kurdî li paş maye dixwaze bibe dermanek. Minak wergerên fîlman, radyoya kurdî, fêrkerên zaroka, ferhengên kurdî yên cûr bi cûr hwd.

Armancên niha hatin bîra min evin lê belê hîn dikarin werin zêde kirin. Hemû tirşikvan mevbûrin van armancên tirşikê yên bingehîn biparêzin. Parastina vê yekê jî ilim bi tevgera li gor formata tirşikê pêkane.





01.04.2020 23:08 ~2021.05.01 17:55 | tîrêj zana 21