Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hespêsor] de;

39. Tirşikvanê ji zûdeye nexwaniye. Ev çend rojin deng û bas jê dernayê. Min bêriya nivîs û rexneyê wî kiriye. Hêvî dikim di demeke kurt de were û tirşikê bixemilîne.



15.06.2020 22:14 | tîrêj zana 21

20. Camêrê ku ez wî nas nakim e. Lê belê niha rastî êrîşa bisilmana hatiye. Ez bawer im ev camêr di zarokatiye xwe de rastî tede û zextên dijwar yên ku nehatine serê me yekî jî hatiye. Dibe ku mala wan, gundê wan hatibe şewitandin, dev ji warê xwe beredabe û koç kiribe. Heta heye ku ji merivên wî hin kes hatibin kuştin jî. Lê di vê pêvajoya bi êş û elem de çi arîkarî nedîbe û dilê wî ji ol û xweda mabe. Evana texmînên min in, çi agahiya min di derbarê wî de nîne. Ji ber vê yekê jî rexneyên wî di derbarê bisilmana de tûj û pîj e. Lê ez jê tika dikim çi pêdivî bi van rexneya nîne. Dikare hêj siviktir bike heta qet jî dikare neke. Ev rexne çi tiştî nêne ser meriv. Ji xwe asteng kirina wî bila kes di heşê we xwe de jî derbas neke.

Lê heval di aliyê wêje û rêziman de jêhatiye. Bi ya min her kesek di çi de kêrhatî be bal û giraniya xwe bide ser wê dê çêtir be. Bi vî awayî dibe ku tirşik bigihêje meqsed û mirazê xwe.



25.04.2020 23:06 | tîrêj zana 21

13. (bnr: hevînevî)

Nivîskarê ku min digot qey nû hatiye. Lê ez meraq dikim bo çi navê xwe guherandiye?



07.04.2020 12:41 | tîrêj zana 21

9. Nivîskareke li wargeha penabera mezin bûye û perwerda xwe ya seretayî bi kurdî standiyê.(li gor agahiyên ku di mijara bîranînên ji dibistana seretayî de daye ).Ji ber vê yekê li cem min rêzeke gewre maf kiriye. Nivîsên wî bi awayekî wêjeyi ye, dibe ku ev yek ji ber pir xwendina pirtûkên bi kurdî be, yanê hêja ye. Ez bawerim ku heke piçekî din jî zorê bide xwe dê gelek nivîs û rexneyên heja yên bêhempa tomarî dîroka tirşikê bike. Giraniya xwe bide ser mijarên wêjeyî bi ya min dê gelekî baş be, hêvî konê xwe ji tirşikê bar neke.



04.04.2020 15:57 | tîrêj zana 21