Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [motîvasyona misilmanên serhişk] de;

2. Dijûn kirina fila û êzidiya. Hin kurdên ku serê wan bi olê hatiye şuştin û heke hêz bikeve destê wan dê ji daişê hovtir bin, hama çav li êzidiya dikin û dest bi dijûn û nifiran dikin. Hama dibêjin 73 cara fermana wan rabûye xwudê bike 73 yê din jî bê serê wan. Ez ne êzidî me lê li hemberî biçûk xistin û dijun kirina wan im. Bo min ya girîng kurdayetî ye. Ezidiyên ku bi kurdî daxivin û dilê wan ji kurdistanê re lêdixe helbet ji kurdên bisilman yên ku bi tirkî daxivin û raya xwe didin wê partiya malûm bêhtir birayên min in. Ew bisilmanê ku dua, nimêj, rojiya xwe bi zimanê serdestên xwe bi tirkî û erebî dike, radibe henek û tinazên xwe bi wan êzidiyên ku dua, nimêj, cejn, niyet û hama çi hebe bi kurdî dibêjin dike. Belê we yek ji van kesa dî teqez hûnê vê çîroka ji devê wanê xeberok bibihîsin." Rojekî filankes çuye iraqê û niza çi bûye û hama vî jî gotiye ne`let li şeytan bê û van êzidiya rapeliqiyane wî.... " û paşê 5 çirk dijûn û biçûk xistin.

Mixabin û 1539 cara mixabin, bi vî awayî gelek nikare bibe netew, nikare yekîtiya xwe çê bike û nikare ji bindestiyê rizgar bibe.kesên temen dirêj wan jiyana xwe bi awayekî bindest be jî jiya ye. Û hînî vê jiyanê bûne, bo wan heke xanî, xwarin û cilê wan hebe bes e û divê dengkikê xwe dernexin. Ji ber her tim bi tunebûniyê mezin bûne û niha jî piçek be jî gihaştine rehetiyê naxwazin ev hemû têk here. Lê kesên ciwan divê bifikirin hêj jiyanek dûvdirêj li pêşiya wan e, yan ewê bindestî û bişaftinê bipejirênin an jî bi rihê kurdayetiyê dê li kurdan binehêrin . Hilbijartin ya wan e û jiyana mayî jî ya wan e.lê divê vêya jî bizanin jiyana rojekî bi rûmet ji jiyana hezar salî ya bêrûmet çêtir e.



09.04.2020 23:50 | tîrêj zana 21