Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serhişkên xwedênas vs serhişkên xwedênenas] de;

5. Her du alî jî di gotinê xwe yê derheqê hev de mafdar in. Kesên bisilman yên yobaz, li gor wan ji bilî kesên bisilman mafê jiyanê yê çi kesî nîne. Tim û tim devê wan xeberok e. ateîstên yobaz jî , xwe pir aqilmen dihesibînin û kesê ne ji wan ehmeq, hayê wan ji çi tiştî tune dihesibînin. Ji bîr dikin ku ew jî berî reda xweda bikin bawermendek bûn. Madem li gor we ol tu wateya wê tune, berde kî ji çi bawer dike bila bawer bike, bi serê we ketiye. Yê bisilman jî ayet heye dibê ola we ji were ê wan jî ji wan re. De îja hûn dewa çi dikin. Em hatina sedsala 21. Hêj gengeşe û guftûgoyên olî têne kirin. Heya niha ev şer hat kirin lê ez bawer nakim kesî tiştek xistibe serê hev. Yanê her du alî jî tiştek ji hev fêm nakin û piştre dîsa bi ya xwe dikin.



25.04.2020 22:45 | tîrêj zana 21