Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di tirşikê de qedexekirina gotinên zayendperest] de;

9. Hewldaneke ji dilê safî ye. Herwiha daxwaziya ku dê gelek pirsgirêkan bi xwe re jî bîne. Qesta ji " gotinên zayendperest " baş tênegihiştim lê ez bawerim nêt li vir gotinên bi nihandinê rûmeta jinan dişkîne ne. Herwiha biwêj û gotinên pêşiyan jî dikeve vê mijarê. Heke qest ev bin ji xwe dijûn û sixêfên tûj yê rûmeta mirova binpê dikin, li tirşikê qedexe ne. Na heke qesta daxwazkera gotin û biwêjên ji van dijûna siviktir bin jî divê li ser were gengeşe kirin.

Berya gengeşeyan divê kesên vê daxwaziyê kirine, hemû peyv û gotinên dixwazin qedexe bibin divê li vir bi awayekî lîste bi me re parve bikin da ku em jî bizanin bê kîjan gotinin. Paşê heke ev daxwaz hat pejirandin divê yên daxwaziyê kirine erka kontrolkirina van peyvan bigrin ser milê xwe.(heke ev makezagon di meclîsa tirşikê re derbas bibe û bibe zagon û di formatê de cihê xwe bigre ez jî amade me bo kontrolkirin û jêbirina peyama*) lê weke min li jor jî got ev tişt dê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne.

Weke mînak me go hemû peyvên " zayendperest " nîşan kir( ne pêkane, dîsa ewê bi awayekî peyvên nû werin xerizandin) û tirşikvanek rabû di peyama xwe de peyvek ji yê lîstê bikar anî, dê peyv were jê birin an peyam bi temamî? Wekî din dê peyamê heya îro hatine nivîsîn kontrol bibin yan dê ji niha pêde ev zagon derbasdar be?

Nivîskarên me yê nestêle mala wan ava be, ji xwe xweşik nayên û li tirşikê nanivîsin îja piştî vê zagonê heke werin jî hemû wextê wan dê kontrolkirinê re derbas bibe û dê motîvasyona nivîsandinê bi wan re nemîne.

Axir, gotin û nêrinê min anha evin, heke weke min go lîsteya wan peyva bê parvekirin û qesta ji " gotinên zayendperest" baş bê rave kirin, de emê binehêrin bê ka çine û ne çine...



14.05.2020 18:58 | tîrêj zana 21