Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurtevedor] de;

2. Di ferhenga termên fenîde weke vedora kin hatiye binavkirin.



31.03.2021 16:37 | tîrêj zana 21

1. vedora cêyranê ya ku xwe temam nekiriye ye. Bi îngîlîsî short circuit e. Yanê vedora ku herka cêyranê bêyî ku li ser endamê vedorê derbas bibe, herk biherike axê. Yanê bi kurtasî gihaştina qabloyê faz û nêtar e. An jî qabloya erênî û neyînî.

Kurtevedor, buyereke talukeye hem bo mirovan hem jî bo tesîsatê. Di kêliya kurtevedorê de herkên pir bilind li ser qabloyê diherike û qablo zêdeyî hedê xwe disicire. Paşê heye ku agir jî diavêje tesîsatê. Ji bo parastina tesîsatê ji kurtevedorê, li serê derketinê saetê cêyranê şartêl tê lêxistin. Dema kurtevedor qewimî şartêl diavêje û vejen tê birîn û herk qut dibe. Bi vî awayî jî tesîsat tê parastin.



18.05.2020 01:36 | tîrêj zana 21