Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di eydê de îkramkirina cixarê] de;

3. Kiryarek ji nîşaneya cahiltiya gelê me ye. Bi vê kiryarê bi hezara zarokên kurda dest bi vê keratiya jixarê kirin. Ev yek hêza " çavlêkirina" nava gelê me berbiçav dike. Tiştekî dema hin kes bikin ew di nava gel de meşrû dibe. Bêyî ku armanca wê bipirsin hama herkes hewldide wê bike. Mixabin ev çavlêkirin di nava civatên paşverû de pir berbelav e. Niha sedema axaftina tirkî di nava kurda de jî ev jehr e. Ji ber kesên qaşo zana û xwenede xwe avêtin tirkî û zimanê tirkî weke zanebûn û forsekê dan nîşandan, ev axaftina tirkî bi leza şewqê di nava kurda de belav bû û hama bêje di nava 20 salî de cihê xwe negihandê nema. Mînakên çavlêkirina kurda pirrin lê ez nêşim gişa li vir rêz bikim. Heye ku li binê mijareke taybet yeko yeko rave bikim.



24.05.2020 22:50 | tîrêj zana 21