Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên dibêjin dev ji kurdî berde] de;

1. Reben û belengaz in. Cahil û paşdemayî ne. Piranî bi tirkmancî û tirkî daxivin. Gelemperî rayedarên hdp yê ne. Kurdên ku " tirkîyelîleşmîş " bûne îja dixwazin heval, hogir û mervê xwe jî weha bikin. Ji ber wê jî yekser zimên arman digrin û paşê bi riya aborî û tirsandinê hewl didin bikaranîna kurdî ji holê rakin an di cihekî de heps bikin.

Ev belengazên han dema Kesên bi kurdiya resen daxivin dibînin dibêjin " ev çi kurmanciye? Em ji te fêm nakin. Ev kurdiya te li tu derê derbas nabe. Tê serê xwe di belê xî. Dev ji vî zimanî berde...... "

Ka tê ji wan re bêjî çi? Hayê wan ji bişaftinê tune. Girîngiya zimên nizanin. Ne kurdî baş dizanin ne jî tirkî. Bûne guyê bişaftinê û mane.



06.06.2020 21:54 | tîrêj zana 21