Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xabûrî] de;

9. nivîkarê divê tim di destê wî de bi lênûska nîşeyan li ciya xwe guhdar bike ye.

gotinên pêşiyan/139238



19.03.2022 14:09 | tîrêj zana 21

8. Nivîskarek tirşikê yê domdar ê ku gelek dixwazim wî nas bikim e. Ji helwest û daxwuyaniyên wî yên tirşikê gelek hez dikim.

Ev çend roje dibînim li tirşikê gazincan ji gel dike û acisiyên xwe tîne der. Di vê mijarê de 16.11.2021 qedexeya konsera mem araratî/137786 herî dawî bêhêviya xwe aniye ziman. Lê divê zû hêrs an bêhêvî nebe. Bila bizane ku berî wî jî kesên di vê riyê de hebûn û hêvîdarim wê piştî wî jî hebin. Ger yên berî wî xwe bêhêvî bikirana û dev ji têkoşînê berdana, niha ew jî nikaribû di vê astê de bûna. Bila bizane ku tiştên baş jî diqewimin. Divê xwe reşbîn neke. Ji bo hewla axaftina kurdî li her deverê jî wî pîroz dikim.



18.11.2021 00:13 | tîrêj zana 21

1. tirşikvanê ev 7 mehe xwe li tirşikê tomar kiriye, lê hêj mijara di derbarê wî de venebûye ye. dema min navê wî wek bnr da di bin navê wî de çixêz derdiket. di wateya mijarek weha venebûye. min digot qey ez navê wî şaş dinivîsim lê piştî çend ceribandina ez kanî bûm ku mijar li ser navê wî venebûye. 7 mehe li vir e, bi sedan peyam nivîsiye, hama kesî negotiye tu bi xêr jî hatî.

her çiqas berya min hatibe tirşikê jî, ez bi xêrhatina wî dikim. nivîskarek hêja ye, kurdistanî ye. pênûsa wî jî baş e.



18.06.2020 13:18 | tîrêj zana 21