Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yks2021] de;

15. Beşa wê ya ewil, tyt îroj bû. Cara sisêya bû ku ez ketimê. Dibistana min bi qasî 30 çirk dûrî mala min bû û li bin wê tavê peya çûm. Derbasî hundir bûm, berpirsyarê giştî û serokê salonê nas derketin. Derbasî cihê xwe bûm, sira yê nizm bo zarokên dibistana seretayî bû. Bejna min jî hinek bilind e û ji loma di wan sirayan de qet ne rehet bûm. Pola min berojk bû û pir germ bû. Kesê li pêşiya min bêhna xwêdanê, yê paş min jî bêhna linga jê dihat. Demjimêra dîjîtal ji ber ku xerabe bû, ser wê girtin û em man bi ya analog.

Werhasil, çi kelecan û rûdanên şayîşê li min peyda nebû. Min didît ku yê cara ewil dikevinê, bi tirs û bêdengî li mamoste guhdar dikin. Demên min yê ewil dihatin berçavê min ez diponijîm ku ev azmûn bo ciwana pir dijwar e.

Min pêşî ji "turkçe" dest pê kir. Paragrafên wê dirêj û zehmet bûn. Heçku ji gotaran hatibû wergirtin. Bi qasî 70-80 hûrdemê min di turkçe de derbas bû. Ez dibêm qey ya yek ya jî du heb vala man. Paşê derbasî matematik bûm. Pirsên berê yên sade weke tîpa ygs qet tunebûn. Tev bi teşe û paragraf bûn. Zehmet bûn lê ger dem hebûya dihate çêkirin. Ez heya pirsa 22. Çûm û min li demjimêrê nihêrt wextê min hindik mabû. Yekser min dev ji matematîk berda û ketim sosyal bilgiler. Min vê testê bêyî valahî tevî bersivand. Dibe ku şaşitî derkevin. Paşê derbasî fen bilimleri bûm û ji bilî 4-6 pirsa wan jî bersivand û azmûn bidawî bû. Wextê min nema ku li matematîk vegerim û pirsên geometrî çêbikim. Pirsên geometriyê min qet nedîte.

Turkçe: zehmet û pir wext digirte. Pirsên rêzimanî kêm bûn. Car caran ji xwendina wê acis dibûm û min pênûs ji dest xwe datanî.

Matematik: min tenê nîviyê wê dît. Pirs dihatin bersivandin lê pir dirêj kiribûn. Asta zorbûnê hinekî zêde bû. Ji xwe min geometrî nedîte.

Sosyal bilgiler: tarih rehet bû. Cografya û felsefe normal bû. Dîn kulturu pirsek tenê zanîn dixwest.

Fen bilimleri: fizik ne rehet ne jî zor bû. Gelemperî di navbera 2 vebijêrka de dimam. Kimya, pirsê zehmet jî yê rehet jî hebûn. Biyoloji, ji ber ku min pir ecele çê kir baş nayê bîra min. Lê yê hêsan tê de hebû.


Nîşe: ji min re puanek zêde navê. Heye ku min ji îhtiyaciya xwe zêdetir jî çêkiribe. Beşa din ya azmûnê ayt ji min re ne lazime. Ezê sibê nekevim ayt. Ji hemû nivîskarê tirşikê re serkeftinê dixwazim û hêvî dikim li gor dilê xwe encam bigrin.

Nîşe 2: ev 2 sal e qet li vê azmûnê nexebitîbûm. Bêyî amadekariyê ketim azmûnê ji loma min wextê xwe baş bikar neanî. Carna ji azmûnê acis dibûm û dixwest dev jê berdim.



26.06.2021 22:50 | tîrêj zana 21

3. EZmûna ku dê îsal gelek tirşikvan bikevinê ye. Ji 5 meha hindiktir maye dema wê bê. Dîsa ji ber pandemiyê gelemperî xwendekar li mal dixebitin. Xebata mal jî qet ne xweş e û mirov nikare li ser hev bixebite. Lê dîsa jî ezmûn li gor salên berê gelek hêsantir bûye. Mijarên ku dê werin pirsîn kêm bûne. Ji loma encama ezmûna de pûan zêde tê standin lê belê rêza xwendekara pir kêm dimîne. Ji ber ku ezmûn hêsan çê dibe her kes çê dike. Kesên çavê wan li cihê bilind, divê anha tyt xelas kiribin û hinek jî bi nav ayt ve çûbin jî. Herwiha ji bo tyt neyê jibîrkirin 2 heftê carekî bikevin cerba tyt û li ser kêmasiyên xwe biponijin.

Ez îsal nakevim ezmûnê lê wê hevalên min bikevinê. Ji ber ezmûn û pandemiyê psikolojiya hemûya xera bûye. Ketine binê stresek mezin. Min hêvî heye tiştê dilê wan bibe nesîb û rojek berî rojekê ji vê belayê xelas bibin.


Tirşikvanên ku zanim dê bikevinê:

(bnr: yûsiv)

(bnr: shwinsherm)

(bnr: xemakê)

Lêzêdekirin:

(bnr: keyomerd)

(bnr: kajav)


Sererastkirin:

(bnr: xemakê) îsal nakeve, bi xêr piştî çend sala



10.02.2021 00:47 ~11:46 | tîrêj zana 21