Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [newêrektiya çomeza] de;

5. Tişta ku çewt hatiye pênase kirin. Heya nehatiye pênasekirin jî. Bi min tişteke weha tune ye. An di min de ne mevcût bû. Yanê li gor hevalê sernivîs vekiriye, nivîskarên çomez ango yên nû bûne endam ji ber ku ditirsin, newêrin an fedî dikin nanivîsin. Lê ev bi min şaş e. Dema ez nû bûm endam min ji çi tiştî neditirsiya û fedî jî nedikir. Heya ku min hingî bi nivîsên xwe tirşikê domîne kiribû hin heval aciziyên xwe diyar kiribûn û bo kêmtir binivîsim şîret li min kiribûn.

Vêca em werin ser nenivîsandina çomezan, ji ber ku min tişteke weha nekir zêde nizanim ji ber çiye lê li gor peyamên çomezan û li gor nêrînên min, piranî ji ber kurdiya wan zêde ne baş e nanivîsin. Hin ji wan ji ber ku di rojevê de tiştekî ku wan eleqedar bike tune ye nanivîsin. Û hin ji wan jî ji sersariyê nanivîsin. Lê dîsa jî vaye sernivîs li vir e û çomez dikarin sedema nenivîsandina xwe aşkera bikin. Da ku hevalên meraq dikin jî pê serwext bibin.



03.07.2020 23:21 | tîrêj zana 21