Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cyaxares] de;

4. Camêrek ji rojava ye. Li ser tweeterê me hev dişopand. Ji zûde ye li tirşikê xwe tomar kiriye lê qet peyam nenivîsiye. Duh gilî û gazincan dikir ku çima peyameke nivîsîbû, nedihat weşandin û nivîsa " tu hê çomez î" derdiket pêşberî wî.

Li ser tweeterê acisiyên xwe ji bakur nivîsî û got " êdî hemû rojeva min bûye bakur, êdî dixwazim hevalên xwe yê rojavayî bişopînim" paşê hesabê xwe tweeterê girt û ji holê wenda bû.

Ger vê peyamê bixwîne, bila bizanibe rojek were dê ev sînorên di navbera me de wê rabin û rojeva me hemû kurda dê bibe yek. Mesela çomeza jî ne tenê bo te ye, hemû çomez heya 10 peyamên li gor formata tirşikê tije nekin di hemû pêvajoyê re derbas dibin.

Deriyê tirşikê tim li te vekiriye. Oxira te ya xêrê be.



28.02.2021 19:16 | tîrêj zana 21

1. Tirşikvanê ku navê xwe kiriye kul û derd e. Hêj çomez e, lewra qet peyam nenivîsiye. Loma jî nikarim di derbarê wî û şêwaza nivîsandina wî agahiyên zêde bidim. Bi xêr hatiye, bi hêviya peyama xwe ya yekem binivîse.



24.07.2020 22:38 | tîrêj zana 21