Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [keyomerd] de;

19. Serrastkerek (editor) şoreşger yê tirşikê ye. Di mijarên bingehîn yê tirşikê de guhertinên şoreşgerî pêk tîne. Hewl dide mijaran sedî sed bike kurdî û ji hemû çewtî û şaşitiyên rêzimanî û mentiqî rizgar bike.

Tirşik forum >> (bnr: tirşik forûm)

Tirşik translate >> (bnr: tirşik werger)


Gelek mijarên ku qaîdeya tewangê îhlal kirine jî bi awayek pergalî guherandiye. Her cara ku têketinê li tirşikê dike, destê xwe li çend mijaran digerîne.


Herweha wekî ku diyar kiriye, nivîskarek ji qoserê ye. Loma jî di hal û wextê asayî de bi kurmanciya standart lê tevî peyvên herêma mêrdîn dinivîsî. Lê her ku xebat û lêkolînên wî li ser kurmancî û kurmanciya jêr zêde dibin, meyla wî bi ser devoka bahdînan ve dere. Ev yek xwe di nivîsan de û bi nivîsandina bi tîpên soranî dide der. Min hêvî jê heye xwedî li devoka mêrdîn ya şêrîn û nazenîn derkeve û pê binivîse. Ji bo vê devokê jî pirtûkên rênas jiyan pêşniyarî wî dikim.



31.12.2021 00:28 | tîrêj zana 21

17. Nivîskar û rastkerê (edîtor) tirşikê yê ku divê mirov wî teqdîr bike. Ji roja ku erka rastkeriyê jê re hatiye dayîn, rêjeya rastkirina mijarên şaş bi qasî ku li ber çava bikeve zêde bûye. Heqê erka xwe dide û di zûtirîn dem de sererastkirinan dike. Du cara mijarên min yê şaş hatibûn nivîsîn jî sererast kir. Spas ji bo cenabê wî.


Lêzêdekirin:

Bawerim mijara tirşik forum li tirşik forûm guhertiye. Ev jî bûye sedema bi sedan bnryên ku hatine dayîn li valahiyê bimîne.



15.11.2021 01:03 ~01:10 | tîrêj zana 21

9. nivîskarê tirşikê yê ku dema nivîsê gramera kurdî li tirşikê dinivîse, bi hemû hêz, bal û xwesteka xwe ve dinivîse. dema wan nivîsên wî dixwînim, heç wekî ji pênûsa gire girek rêzimana kurdî derketiye hest dikim. yanê ewqas xweş, ciddî û herikbar e ku di eynê deqê de fikra mirov diguhere. meraq dikim gelo bo rêziman perwerdeyek pisporî stendiye an ev hemû berhemên xebata takekesî ne?

ji roja ku hatiye li tirşikê tomar bûye, hêviyên me vala dernexistiye û bûye layiqî pesindayîna. bi istîqrarek berdewamî dinivîse. hêviya min jê tim li van der û dora be û me ji wan nivîse xwe mehrûm nehêle. destê wî sax...



05.05.2021 22:24 | tîrêj zana 21

3. Bi xêr hatiye. Pênûsa wî baş e. Xweş dinivîse. Hêvî berdewam be.



02.08.2020 01:03 | tîrêj zana 21