Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nifşên nû yên kurdên bakurî] de;

9. nifşên vî 20-25 salên dawî ne. yanê beşek ji nifşa y û temamê nifşa z dihewîne. gelemperiyên wan apolîtîk bûne û li gor hişmendiya hdp tirkiyelîleşme (tirkiyeyîbûn) bûne. ji bilî bajar û navçeyên berxwedêr yê navê wan derketine, farqîn, licê, cizîr, gever, hezex, nisêbîn, qoser, pasûr, panos, bazid, sêwreg, wêranşar, kerboran...... kêm caran bi kurdî diaxivin û piraniyê wan fêm dikin lê nikarin biaxivin. pirî ji wan dibistanan dixwînin û ji aliyê malbatê têne xwendin.

ger em werin ser mesela ku çawa ewqas di bin bandore dewlet û kemalîstan de mane û bûne atatirkhez;

bi rastî ev nifş ji dema ku li jiyana rastîn dinehêrin bêhtir li jiyana sanal dinehêrin. yanê bi qasî ku dibînim û em li ser tv û medyayê jî dişopînin rojê herî kêm 4-5 demjimêrê wan li ser tora civakî dibuhure. belê ev dem di ku de tê bihurandin? helbet di înstagram, tîktok, tweeter û youtube de dibuhure. wek tê zanîn ev her çar sepan jî di destî kemalîst û chpyiyan de ye. li înstagramê çend hesabên diyar û xwudî şopîner hene ku hema bêje herkesê ji van ciwana dişopîne, kemalîst û chphez in. herweha caps, karîkatur û henekên dikevin raya giştî ji sedî not ji van hesaban derdikevin. li înstagramê edetek peyda bûye tweetên kemalîstan ss dikin û parve dikin. aha ew tweet bo van ciwana dibin destûrname û rehber. jiyana xwe li gor wan tweetan dixin teşeyekî û di devê wan de wan henekên me li jor behs kirin. ji xwe dema kesek 4-5 demjimêrê wî li ser înternetê bibihure, tu çalakî û bîranînek wî li ser jiyana rast namîne û dê hemû bîranînê wî bibin yê înternetê û kesên dişopîne.

wekî din akpyî li ser facebookê xurt in lê ev ciwanên me behs kir, rêya xwe bi facebookê naxin. di wir kesên temen mezin û yên bazirganiyê dikin hene.


berê me di navbera xwe de henekên bavê teyar, cemîl hosta dikir. lê anha di devê her kesî de wan henekê bi nêrîna kemalîst û ulusalciyan ve hatine kirin heye. dema çend kes rûdiniştin behsa halê welêt dikirin lê niha di rojeva hemuyan de meseleyên tirkiyê, pêşvebirina tirkiyê, diziya akp, demokratîkkirina tirkiyê, pergala perwerda tirkiyê, bêedaletiya parvekirna dahatuyên mîllî û hwd. yanê di heş û mêjiya tu kesî de azadkirina netewa xwe nemaye bes entegrasyona bi dewletê re û demokratîkkirna dewletê bûye meseleya eslî. theodor herzl dema ku cihû li ewropa zext û zilmê didîtin weha gotibû; 'heta wê demê piraniya me bawer dikirin ku çareseriya meseleya cihuyan, wek parçeyek ji pêşveçûna giştî ya mirovahiyê, divê bi sebir li bendê bihata payîn. lê gelekî ku ji her aliyê din ve ewqas pêşveçûyî û ewqas medenî ye, bikaribe wiha tevbigere, em ê li bende çi bin ji gelên din ku hê nehatine asta fransiyan a sedsal berê?'

camêran sedsal zêdetir berê tespît kirine ku demokratîkkirina xelkê bi serê wan neketiye û ev tişteke beredayî ye. ji loma dewleta xwe ava kirine.



10.10.2021 12:21 | tîrêj zana 21

3. Mijara ku gotina mamosteyê. "Türk dili ve edebiyatı " ( ziman û wêjeya tirk ) aniye bîra min.
" ger hûn bixwazin zimanekî ji holê rakin, tenê nifşekî ji zimên dûr bixin bes e. " vêca kurd ne yek, ev du û sisê jî ji ziman dûr ketiye. Loma jî herçî nifşên li pey van nifşa bên jî dê ji ziman dûr bin.



16.08.2020 00:58 | tîrêj zana 21