Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hin sedemên xemgîniyê] de;

3. Destdirêjiya keç û jinên kurda. Ewên ku ji aliyê serbaz û polêsên dewleta dagirker, bi awayekî qastî tê kirin.

Here lînkê

Wekî ku di vê dîmenê de dixuye û li gor parveker, nijadperestên tirk di nav xwe de henek û qerfên xwe bi destdirêjiya ku kirine dikin û qaşo xwe fêrî vê kiryarê dikin.

Leşker û polêsên ku berya çend sala li kurdistanê nikaribûn ji kozik û baregehên xwe derkevin, niha bi serbestî li kuçe û kolanên kurdistanê digerin û destdirêjî namûsa kurda dikin. Çawa em hatin û ketin vî halî? Sedema vê yekê çi bû? Kî bû sebebê vî tiştî?

Berê xelkê keçê xwe nedida tirka. Yên ku didan, xelkê ew rezîl dikir. Eyb û şerm bû. Lê aniha her keçek kurd ketiye xefika mêrê dewlemend. Netew ferq nake. Herweha dê û bav jî nema dengê xwe dikin. Piştî ku mirov zewacên bi vî rengî dibîne dikeve xemgîniyek bê pênas. Ji ber ku tiştek ji dest mirov jî nayê, bêhtir acizî çê dibe.

Lê heke ez vegerim ser xemgîniya ku mijar li ser hatiye vekirin, bawerim ew buyer bi serê her kurdê welatparêz yê ku ji xurbetiyê li welêt vegeriyaye hatiye. Dema ku ez jî li welêt vegeriyam û liqayî rewşa axaftina tirkî hatim, gelek xemgîn bûm. Lê wekî ku niha jî dikim tim û daîm bi kurdî min bersiv da. Heke ji dest min were wan şermezar jî dikim. Lê dîsa jî piştî wextekî hingî axîverên tirkî pir dibin, mirov xwe bêbandor û mexlûb hest dike. Heya ku hingî kesên derdora mirov jî vê yekê dikin vêca mirov şaşitiyê di xwe de digere. Lê dîsa jî dengek ji kûr de tê û dibêje " heke li ser ruyê gerdûnê ji te pêve axîverê vî zimanî kesek jî nemîne, dîsa jî tu bi zimanê xwe biaxive!"



20.08.2020 22:39 | tîrêj zana 21