Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dê û bavên kurd] de;

5. Weke polês û gardiyanan li ser serê zarokê xwe ne. Bi hesabê patron û karkeran li zarên xwe dinehêrin.

Em çend heval me biryar da ku herine ber çemekî seyranekî çêkin. Me tudarekên xwe kir, wesayît amade kir, goşt û pêdiviyên xwe hel kir, pere di nav xwe de kom kir lê......vêca ma ji dê û bavên xwe re meseleyê bêjin û rojek îzîn werbigrin. Ez bi xwe bi malbata xwe re ne lihev im. Ne ew hesabê min dikin û ne jî ez hesabê wan dikim. Ji loma min pêdivî nedît ku ji wan re bibêjim. Ya rast ger ji wan re bibêjim û îzînê filan bixwazim, wê bibe pitpita wan.


Vêca ez li kîjan hevalî digerim, dibêjin " sibe karê me heye. Bavê min destûr nade" tew hinek dibêjin " bavê min dixeyide û nahêle" kuro ma qey ev zarok in. Temenê teva bi ser bîstî ve ye. Hêja jî astengiyê ji zarokên xwe re derdixin bo rojekî kêfxweşiyê nekin.

Miletên biyanî bûna, ji bo zarokên xwe wê dêbav tudarekan bikira û bi wan re alîkar bûna. Lê yên me ji xwe newêrin behs ji wan re bikin.

Wele îro hingî min li wan geriya ye û bo wan qane bikim axivîme, pir acis bûme. Min tu tama cejnê negirt. Lê min vê meseleyê kiriye `eks. Ger kesek neyê jî, min hemû amadekariya kiriye û ezê yan bi tenê û yan bi çend hevala re herim.

Axir, ji tevgerên van dê û bavan ne razî me. Dinehêrim kur û bavê xelkê weke hevalê hev in lê yên me tew newêrin ji wan re bêjin ka emê herine derekî. Bi hêviya ev ehlaq û tib`ê wan biguhere.



20.07.2021 22:11 | tîrêj zana 21