Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [propogandaya rojava] de;

1. Giraniya xwe daye ser hişmendiyên "biratiya gelan" û " demokratîk konfederalîzm" yên ku pkk û hdp derxistine û piştgiriyê didinê. Gelemperî jina derdixin pêş û pergala hevserokatiyê bikar tînin. Di leşkeriyê de bo her tabûrekî fermandarek jin jî erkdar dikin. Rêxistina leşkerî ya jinê (ypj) ji mêran cihê tê rêxistinkirin û rêvebirin. Di vîdeoyên xwe yê propogandayê de jina û hezkirina ekolojiyê didin pêş. Ev yek jî hêza leşkerî qels dide xuyakirin. Îmajek hişk, profesyonel û texilander ya leşkerî nahêle çê bibe. Ji ber vê yekê ji vîdeoyên wan yê leşkerî hez nakim. Ji min re profesyonel û qeşeng xuya nakin. Jil û bergên leşkerî ne karîzmatik in. Belkî pêdivî heye ew jî weke ataturk cilên xwe bi modakaran bidin dirûtin.

Tiştê bala min kişand %80 vîdeoyên ji aliyê saziyên fermî tên weşandin erebî ne. Ypg press office, sdf press office, ypj media center, asayish û hwd. Yên kurdî jî naveroka wan %50 erebî ne.

Vîdeoyên perwerdeya leşkerî pir çêkirî û amator dixuye. Şervan bêperwerde ne. Perwerdeya laşî nesitandine. Ji xwe nebawer dixuyin. Vîdeo wek klasîk weha didomin. Şervan dirêzê de tên qada sondxwarinê. Bi awayek çargoşe dikevin rêzê. Fermandarek jin li pêş, sê hebê mêr li paş tên pêşwazî kirin. ( carna fermandar axaftinekkurt dike). Amade be, rawest, çek ser mil, silav bide, silava şehîda... sond bi erebî tê xwendin û her şervan yeko yeko tên nasnameya xwe ji fermandar digrin û vîdeo bidawî dibe.


























19.01.2021 00:08 ~00:11 | tîrêj zana 21