Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê] de;

25. li gor hatibû plankirin wê heftê an mehê carekê bihata sazkirin. lê belê 6 ( bi nivîsê şeş) meh derbas bûne ku deng jê nehatiye. hezretî moderator merwano û xwelîser divê dîsa çalakiyek amade bikin.



12.11.2021 22:42 | tîrêj zana 21

21. Yekemîn civîna tirşikê ya serhêl ( dema peyvên îngîlîsî bikar tînin, hin kes dibêjin ev e kurdiya we ya standart. Ji loma me nego online) bû ku berî çend çirka bidawî bû. Pêşî hinekî nikaribûm biaxivim ( li mala me axaftina kurdiya standart qedexe ye, loma heya min xwe ji yê malê xef kir û xwe xiste qulik milika) lê paşê lê germ bûm. Min çend pêşniyar an şîreta di vê tîma twitter spaces ya tirşikê mijarê de li admînê hesabî kiriye. Ger hinekî guh bidê bi min dê civîn xweştir derbas bibin.

Em werin civînê, ez pir li hêviya wan canik û camêrên tofan li me rakirin ku hema digotin ka civîn mam. lê belê nehatin û çavê me li riya hiştin ( mafê xwe yê dijûnkirinê veşartî dihêlim)* herwiha ger kekê shorbevan beşdarî civînê bibe bawerim dê civîn şên bibe. ( bila ferhenga şikestî neyê, hingî behsa wêjeyê dike, serî li mirov dike beroş )*

Axir, ger caeek din mijarên civînê piştî li tirşikê hatin guftûgokirin û diyarkirin, bi awayek organîzebûyî û plankirî civînek bê çêkirin, heye ku danasînek be jî bo tirşikê ( ji min re jî çend şopîner)* herwiha dabeşkirina kar were kirin dê karê admîn jî sivik bibe. De bila bi xêr be. Hêvî carek din.

Nîşe: mevlut oğuz îşev di lîsteya minî deşîfrekirin û lêkolînê de ye. Helbet emê maxlasa wî ya tirşikê derxin holê. Ne yek jî tew du heb*



02.05.2021 23:57 | tîrêj zana 21

15. Civîna ku niha li tirşikvanên axîver digere ye. De ka ewê digotin civîn li kune, ca bila werin biaxivîn wîîî*



02.05.2021 21:26 | tîrêj zana 21