Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di derbarê kurdan de tesbîtên balkêş] de;

5. tespîtek zanistî û têr çavkanî jî bila ji min be* kurd netewek teqlîdkar ango dilbijok e. bi min saya vê taybetmendiya xwe heya îroj kariye li ser vê axê bimîne û qismek be jî pêşde biçe. hûnê vêga bi meraq bêjin çawa? ma xwudê ji we razî, ka li derdora xwe binehêrin û tevgereke kurda bêjin ku ev ne teqlîd e û wan bi xwe ev yek derxistiye holê. hama di serî de kurd zimanê serdestên xwe teqlîd dikin. ev yek xwe di zimanê me de dide der. kî bêhtir teqlîd bike ew serkeftî xuya dike. ji xwe bandora zimanê erebî û tirkî li ser kurdî nayê înkar kirin.

piştî ziman karim mînaka pîrozkirina bidim. ma kurdên me yê reben ji ku zanibûn ' doxim gunî' (rojbûn) çiye. hingî li rêzefîlmên tirka darî kirin, vêca wan teqlîd dikin. lê wekî her halê xwe dibin pêkenî. her yekê 10-12 zarokê wan hene. tevlî dêbav û pîrika diçe 15an jî. 12 mehê salê 'doxim gunî ye'*

ev teqlîdkirin hingî cihê xwe girtiye, heya bi dîzaynkirina hundirê xaniyan ev yek xwe nîşanî me dide. li gunda jûrê kurdên me soba êzinga li nêv û ber û berê dîwêr tev mîrdek û balîf bûn.( niza ew jî wan ava kiribû an dîsa li hinekan nihêrîbûn) anha ev jî guherî. petekên gaza xwezayî, paldank û televîzyon cihê xwe girt. tew hinek ji wan dibêjin ' yaw êdî moda raxistina tejika çû, êdî xelk erdê tazî dihêle' ew xelk kîne? helbet tirkên ku di rêzefîlman de li wan darî kirine.


dawetên kurda; ma li gunda bûk û zave bi dest hev digirtin û li ber stranên tirkî dansê dikirin? çîfte tellî, erîk dali, ankara havasi lê didan û li ber wê pîr û kal direqisîn? ha êdî kurdên me yê teqlîdkar vê jî dikin. ev ji ku derket? ji edetên serdesta yên ku di rêzefîlman de li kurda hat darîkirin derket.


cil û berg; çarik, çîtik, fîstan, kiras, binkiras, xefik, şelwar, xeftan êlek tev çûn. ji dêlava wan cilên li ser lîstikvanên rêzefîlmên tirka hatin. ma ev jî ne teqlîdkirin e?


ger hinek din jî li ser van tiştan biponijim, hêj gelek mînak hene. lê belkî tişta ku kurda heya niha li ser van axa hiştiye, şibandina serdestê xwe ye. lê ev car serdest qirker û bişaftinker e. bawer nakim vê carê jî em bifilitin.



24.04.2021 23:58 | tîrêj zana 21