Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê] de;

27. Kampanyaya ku weke de facto bi dawî bû lê bandora wê hêj berdewam e. Bi qasî ji dest min hat min piştgiriyê da vê xebatê û xelkê vexwand tirşikê.

Bo piştgiriya tagê min daxwaz ji çend kesên twîrerê kir ku piştgiriyê bidin me û ew jî min neşikandin û peyamek avêtin. Ji loma spasiyê li hemdê bedel boselî, ibrahim halil baran , ehmed pelda û hemû kesên bi me re alîkar bûn, dikim. Herwiha denozer72 jî li peyama min venegeriya û piştgiriyê neda.

Axir, dibe ku em neketin nava tt yan lê belê di nava tayma kurdînivîsa de me deng veda. Bala gelek kesa kişand û gelek ji wan jî xwe li tirşikê tomar kirin. Ev bereketa peyama ya tirşikê jî encama vê danasînê ye. Îroj kete dîroka tirşikê. piştî salan ezê vê rojê vekim û yeko yeko peyaman bixwînim. ( belê ev taybetmendî di tirşikê de heye) mala hemû tirşikvan û kesên beşdar bûn ava.



02.05.2021 01:00 | tîrêj zana 21

23. kampanya ku 2 demjimar jê re maye. telefon û padên xwe şarj bikin, îşev heya dereng em li twitterê ne. hemû kadroya tirşikê bila li wir amade be 'yoqlama' heye*



01.05.2021 17:58 | tîrêj zana 21

14. 1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê/132651 fikrek baş e. Min pêk anî.



30.04.2021 21:56 | tîrêj zana 21

8. Kampanya ku xwudê hez bike wê serkeftî derbas bibe. Hama bi vê çalakiyê du nivîskarên mayînde werin jî besî me ye. Va min afîşek din jî amade kir.

Here lînkê

Li benda piştgiriya tirşikvana me û hêj bo tagê pêşniyar nehatine.



26.04.2021 00:41 | tîrêj zana 21

1. Kampanyayek danasînê ye ku ger tirşikvan jî piştgiriyê bidin dê li ser twetterê di 1ê gulanê demjimar 20.00an de were lidarxistin.

Here lînkê

Li ser twîterê min peyam ji çend kesên kurdînivîs û xwedî şopîner rica kir ku piştgiriyê bidin danasînê. Hin ji wan erênî bersiv dan û hinek jî li hêviya bersiva wan im. Ger hûn jî peyam ji kesên weja re biavêjin dê baş be.

Ji bo tagê pêşniyarên we hebin, ji kerema xwe li vir binivîsin. Herwiha ji niha de dest bi çêkirina post û afîşan bikin û li vir parve bikin. Ji niha de mala we hemûyan ava.

(bnr: 1 gulan 2020 kampanyaya danasîna tirşikê)



25.04.2021 01:33 | tîrêj zana 21