Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [allotrop] de;

1. Allotrop (ji bêjeyên ἄλλος (allos), ku di Grekî de tê wateya "yê din", û ji bêjeyên τρόπος (tropos)ya ku tê wateya cûre-form pêk tê.), ji krîstalên geometrîk ên cihêreng ên heman hêmanê li fezayê bi rengek cuda hatine rêz kirin re têne gotin. Bo nimûne; grafît - elmas, fosfora spî (P4) - fosfora sor (P8), kewkurda allotropa rombîk (S4) - kewkurda monoklînîk (S8), ozon (O3) -oksîjen (O2), kevirê kilsînî - mermer, gewr(alfa) qilê - spî (beta) qilê alotropên hev in.

ji allotropên karbonê grafît xwedî bendên lawaz in, lê belê bendên elmas pir bihêz in.

Gelek taybetmendiyên kîmyewî yên molekûlên allotrop û her weha hemî taybetmendiyên wan ên fîzîkî ji hevûdu cûda ne. Tenê dema ku ew bi heman bûjenê re têkevin reaksiyonê, pêkhateyên ku ew ê çêbikin yek in. Lêbelê, daxwaza têketina reaksiyonan jî ji hev cuda ne.



05.05.2021 21:17 | tîrêj zana 21