Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [07.05.2021 rawestandina weşanê ya tirşikê] de;

1. rawestandin an girtina ku ji aliyê rêveberiya tirşikê ve bi qasî 17 demjimêran domiya ye. duh şevê ji ber hin kêşeyên (pirsgirêk) teknîkî û hin sedemên sîber, ji bo ewlehiya tirşikê weşan di demjimêr 00.44an de hate rawestandin.

bi qasî ku hatine tespîtkirin ziyanên gihaştine tirşikê ev in;

-peyamek tîrêj zana 21 hatiye jêbirin.

-bi peyamek sarya hatiye lîstin.

-capsek ji beşa derbarê tirşikê de hatiye jêbirin.


ji ber ku rêveberên tirşikê zû bi vê buyerê hesiyan û weşanê dan sekinandin, zirarek mezin negihaşte tirşikê. lê ev yek lawazbûna parastina tirşikê derxist holê. divê li ser bergiriyên tirşikê li hember êrîşên sîber were xebitîn û çareyek ji van buyeran re were dîtin.


(bnr: heval.js)


lêzêdekirin: li ser daxwaza heval.js ezê çend gotinên wî li vir parve bikim ku ez dizanim muadîlên vê buyerê di paşeroja tirşikê de çê bûne. evên jêr gotinê wî ne;

' duh şevê min li kodên tirşikê dinehêrt. şandina peyamên vala bala min kişand. mîn dît ku di wir de bug (hata an kêmasiyên koda) heye. ji bo çareserkirina wê dema min hinek din jî lêkolîn kir, min dît ku karim têkevim sîstema tirşikê. dema ketim sîstemê hemû erkên moderatoriyê ji min re vebûn. ji bo agahdarkirina rêveberiya tirşikê min li simûrg geriya lê tenê tîrêj li tirşikê aktîf bû. min jî ji wî re peyam şand û meselê jê re got. tîrêj bawer nekir û gote ka peyama min jê bibe. min jî peyama wî ya ku nîşan kiribû, piştî ku min kopî kir weke test jê bir. lê jibilî wê min beyî ku jê re bibêjim capsek jî jê bir û poşman im. herwiha min peyama nivîskarekî jî guhert. ez ne êrîşkar im. ger min bixwasta min karibû hemû peyamên tirşikê carekî de jê bibira. minê ji simurg56 re bigotana lê min asteng kiriye. dîtina min ya vê bugê tiştek baş e. ger ji dêlava min faşîstek bidîtana wê hemû peyaman jê rakirana. daxwaza min ji rêveberiyê; bila astengiyê ji ser nivîskariya min rakin).'



07.05.2021 20:05 ~20:42 | tîrêj zana 21