Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li dijî kevneparêzên dînozor serhildana nûxwazan] de;

7. mijara di sernivîsa wê de jêmayiyên bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin û jargona nijadperestên kemalîst xuya dibe.

serhildan ne lê çend sewtên çîzçîzok e. lewra bi qasî ku xuya dibe û ji jêbirina peyama ewil ya nivîskarê mijar vekiriye jî bi me dide fêmkirin ku ev hewldan jixweber têk çûye û bi daxuyaniyên dijwar yê endamê rêveberiyê jî yekcar hatiye çewisandin.

ev 'serhildan' jî weke serhildanên kurda yên dîrokî bêyî amadekarî û koordînasyonê hate destpêkirin û pir zû têk çûye. ji ber mijara ewil hatiye jêbirin, baş nayê pesendkirin lê ev wekî nerazîbûnek li hember formata tirşikê dixuye. ji ber vê munasebetê dixwazim girîngiya formatê û rewşa wê binirxînim. wekî hatiye diyarkirin, format stûna avahiya tirşikê an makezagona tirşikê ye. wekî ku di pênaseyek din de jî hatibû gotin, format pirtûka pîroz ya dînê tirşikê ye. ji loma tirşikek bêyî format ne pêkan e.

lê cara dawî 2017an de format hatiye nûjenkirin. di ser wê re 3 sal derbas bûye û ev jî ya 4a ye. divê bi beşdarbûna sîvîl toplûm kuruluşlari, rûsipî û kanaat onderiyên tirşikê dîsa were nûjendkirin. mijarek li ser formatê were vekirin û herkes pêşniyariyê xwe bike û piştî dengdanê weke rêveberiyê demokratîk format were nûjenkirin. divê xalên girîng bend bi bend werin ravekirin û qedexe û serbestî ji hev diyar bin.


ger format tune be:
birastî naxwazim vê vebijêrkê bifikirim. lewra ger tiştek weha çê bibe dê xebat, cehd û keda 8 sala here sergoyê. sibe yek rabe fîlmên pornografîk biavêje, dijûna bike, heqaretan li nivîskar û kesên ji derveyî tirşikê bike, propogandaya rêxistina bike, troliya bike, mijaran sabote bike û hwd.... werhasil dawî nayê. yanê dê tevlîhevî û xerabî derên.


axir, min hêvî heye 'nûxazên tirşikê' baweriya xwe bi tirşik bînin an bêyî formatê tirşikek çawa dixwazin biafirînin, bila bi hemû hûrgiliyên wê rave bikin.



19.05.2021 13:47 | tîrêj zana 21