Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li meclîsa sûriya demoqratîk qedexeya kurdî] de;

6. (bnr: Îlham ehmed)



04.06.2021 23:43 | tîrêj zana 21

1. qedexeya dema min dît tasa serê min avêtiye. li civîna msd ji nûnerek kurd re mafê axaftinê tê dayîn û nûner jî bi kurdî meclîsê silav dike. ji ber ku kurdî ye, dengê nûnerî tê qutkirin. paşê seroka meclîsê qaşo kurd e, bi erebî bang li nûnerî dike ku axaftina xwe bi erebî bidomîne. paşê nûner dibêje ku dirûşmeya vê civînê bi kurdî, erebî û suryanî ye û ez jî mafê xwe yê kurdî bikar tînim. lê vêca seroka msdê dikeve dewrê û bi erebî hin tiştan dibêje û dixwaze bi erebî biaxive. li ser vê yekê nûner daxwaza wergerê dike lê ew jî nayê qebûlkirin.

dema min vê buyerê dît, heşê min çû. ma ewqas kes mirin ji bo ew pîrek rabe zimanê vî gelî qedexe bike? yekî binamûs tunebû li wir rabûya bahra devê wê jinikê bidaya? qaşo hêzên kurdî ne û rêveberiya kurd in. bi hezara ciwan ji bakur bo xatirê kurdî terka dêbavê xwe kirin û çûn alikariya wan da ku wan ji destê daeşê rizgar bikin. lê heyf û çi heyf. dema hêz kete destê wan vêca ew bi xwe zimanê xwe qedexe dikin û zextê li gel dikin.





04.06.2021 14:36 | tîrêj zana 21