Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [moead shoesh] de;

1. Stranbêj û dawetvanek rojava. Xwedî kenaleke youtubeyê ku gelek endamên wî hene. Beşdarî derçûyînên hêzên xweparastinê ( bi navê erebî ew dibêjin texrîc ) dibe û di gel unîformaya leşkerî strana dibêje û leşker li ber dîlanê dikin.

Stranên wî bi erebî ne û carna nav û peyvên kurdî û stranek " ez apocî me" dibêje. Terza stran û muzîkên wî erebî ye û di bin bandora muzîkên tirkan de maye. Carna muzîkên rêzefîlma tirk ya navdar a mafyayî û dewletî " kurtlar vadisi" di gel çend guhertoya bikar tîne.

Keseke li rojava ango ni navê nû " bakur û rojhilatê sûriyeyê" tê nasîn. Beşdarî konserên rojên cejn û pîrozbahiya jî dibe.






28.06.2021 12:47 ~12:47 | tîrêj zana 21