Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sezona bindeqa] de;

1. Sezona karê demsalî ya li bakurê kurdistanê ye. Her sal di meha tîrmeh û gelawêjê de ev sezon dest pê dike û li bajarên derya reş ya tirkiyê weke ordu, giresun, sakarya û düzce karê hevdana bindeqa ji aliyê karkerên kurd ve di bin şert û mercên xerap de tê kirin.

Kesên emeleyan komdike û dibe ser erda re çawîş tê gotin ku ev kes 2 yewmiye distîne lê naxebite. Tenê li ser serê emeleyan e. Jina ku dê li ber mal ango çadirê be re jî danvan tê gotin ku ev jî 2 yewmiye distîne û tenê xwarinê çê dike. Xwarin-vexwarin û heqê rê ji kîsî emeleyan diçe û heqdest bi yewmiya ye. Bi qasî ku îsal behs dikin yewmiye 120 tl ye.

Gelemperî malbatin xelbe (qelebalix) vî karî digel çawîştiyê dikin. Bav çawîş, dê danvan, zarok jî emele û diçin. Nîvekî 30 roj tê xebitîn lê yê heya 40 roj dimînin jî hene.

Ji ber xîzanî û nebûna kar li welêt, gel ji neçarî muxtacî karên weha demsalî dibin lê cihê derin jî warê ulkucî û nijadperestan e. Bi miameleyek nexweş re rûbirû dimînin. Di kon an di axurê ajalan de karker têne bicihkirin û bi ser de jî heqaret li wan tên kirin. Li gelek deveran ji ber axaftina kurdî rastî êrîşên nijadperestan tên ku li ser înternetê bi dehan mînakê wê hene.



12.07.2021 01:16 | tîrêj zana 21