Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şankûş] de;

1. Navçeyeke amedê ye. Bi tirkî çunguş. Berê navçeyeke girêdayî parêzgeha xarpêtê bûye û paşê bi amedê ve hatiye girêdan. Ji amedê bêhtir nêzî navenda xarpêtê ye. Di sêgoşeya amed, riha û xarpêtê de ye.

Li gor hin malperên nijadperest, pêkhateya wê etnîkî tirk e. Lê li gor wîkîpediya kurdî ji bilî fermanberên dewletê hemû kurd in. Derdora 13 hezar gelheya wê heye. Navçeyeke di nava çiyayan de ye û axa wê ji bo çandiniye ne bikêr e. Ji loma her ku diçe gelheya wê kêm dibe. Bendava karakaya di nav axa vê navçeyê de ye.

Di hilbijartinên şaredariyê de namzetê saadet parti bûye yekem. Hdp ji sedî 3 deng stendiye.



22.09.2021 23:55 | tîrêj zana 21