Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aleksandrupoli] de;

1. Bi tirkî dedeağaç, navçe an bajarokek girêdayî parêzgeha evros ya yûnanîstanê ye. Bajarokek lîmanî ye ku di sînorê tirkiye û yûnanîstan de ye. Bi qasî 30 hûrdem (40km) dûrî deriyê sînorî yê îpsala ye. Ji ber ku di sedsala 19. De ji aliyê împaratoriya osmanî ve weke gundekî masîgiran hatiye damezrandin li hinek welatên balkanan weke dedeağaç tê nasîn. Di sala 1920an ji aliyê keyê yunan aleksandros hatiye guhertin.

Niha ev bajarok ji ber sewkiyatên emerîka yên leşkerî ên di çarçoveya tatbîkata "Defender Europe 21" de gelek di rojeva tirkiyê de ye. Li gor vê sewkiyatê: 145 helîkopter, ji 1800 bêhtir wesayîtên zîrepoş û ji 20 hezarî bêhtir leşkêr lê bicîh kiriye. Tirkiye vê sewkiyatê li hember xwe dibîne û weke bertekeke li hember lêgerînên tirkiyê yên li rojhilatê behra spî a li gazê şîrove dike. Herweha propagander û qaşo şîrovekarê leşkerî mete yarar li ser tvyan diaxive ku ev sewkiyat li hember tirkiyê ye û yunan xwe amade dike şereke qismî bi tirkiyê re bike.



21.11.2021 00:54 ~00:56 | tîrêj zana 21