Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ciwanên rojavayî çima tev li tirşikê nabin] de;

12. Vê taliyê hîn bûm ku, wextê xwe li ser facebook û tiktokê dibuhurînin.



05.03.2022 02:11 | tîrêj zana 21

7. Pirsa ku bersiva wê encax weha be: ji ber ku ciwan an xwendekarên rojava weke sempatîzanên partiyê tên perwerdekirin. Ne wek kesên difikire û têdigihije.

Bi rastî ev 2 sale bê navber rewşa rojava dişopînim. Hem ji warê leşkerî, aborî, siyasî, pîşeyî û hem ji warê perwerde û zanîngehan dişopînim. Lê belê dibînim ku roj bi roj ji wê rewşa ku min xeyal dikir dûr dikeve.

Li rojava kar û barên xwendekaran ewe ku rojên pkk û apo bibîr bênin. Wêneyên wî li derûdora daliqînin. Beşdarî mitîngan bibin. Bibin endamê tevgera ciwanên şoreşger. Yanê bi vî awayî xwendin dibe? Xwendina weha kêrî kê tê? Mamosteyek zanîngehê pitrûkxaneya xwe nîşan da hama bêje nîvî tirkî bûn. Maşele tê bêjî qey tirkî zimanê zanistê ye. Mamosteya serê xwe bi tirkî bişo wê çi bi xwendekarên xwe bike? Herweha dibînim ku qalîte û mamosteyên qalîfîye gelek kêm in. Nav kurdî ne lê gelek materyal, azmûn û ders dîsa bi erebî ne. Yanê ji bo ku bêjin em ne rêveberiya kurda ne û mafê ereba jî diparêzin, dîsa tehde li kurda dikin. Ma tê mafê ereban biparêzî, çima zimanê wan li ser kurda ferz dikî?

Li derû doran û ji emerîka û tirkiyê re dibêjin tu eleqeya me bi pkk re nîne. Lê belê dîsa bi destê xwe di her mitîngê de ala pkk û wêneyê apo dixin destê xelkê. Bi çavdêriya hêzên leşkerî wan di kolanan re derbas dikin.

Li zanîngehan beşên weke jineolojî vekirine, kesek jî nizane bê ka kêrî çi tên. Jina, keça, temenmezinan bê azmûn li vê beşê dicivînin û dîsa propogandaya partiyê dikin.

Herweha înternet jî li her derê rojava zûbizû peyda nabe. Derfetên wan belkî wek yê bakur tune be. Bihîstok û kombersên xwendekaran pir tunebin. Yan lêkolînên xwe li ser înternetê bi erebî dikin. Dibe ku gelek pirsgirêkên teknîkî hebin ku nikarin xwe bigihînin tirşikê an bakur. Herweha em jî nikarin xwe bigihînin wan an platformek wan tune ye ku em beşdar bibin.



30.11.2021 13:29 | tîrêj zana 21