Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [trakya] de;

1. Herêmeke li rojhilatê ewropayê ye ku di nav dewletên bûlgarîstan, tirkiye û yûnanîstan de hatiye parvekirin. Ji beşa tirkiyê re trakya rojhilat, ji beşa yûnan re trakya rojava û ji beşa bûlgarîstan re trakya bakur tê gotin. Peravê trakyayê bi deryayên derya reş, derya marmara û bi derya ege re heye. Li tirkê parçeyê di parzemîna ewropayê dikeve vê herêmê ku ew jî beşên parêzgehên stenbol û çanakkale yên dikevin parzemîna ewropa, parêzgehên edîrne, kirklarelî û tekîrdag pêk tê. Li yûnanîstanê parêzgehên ksantî, nomos rodopîs û evros di herêma trakya de ne. Li bûlgarîstanê parêzgehên oblast bûrgas, jambol, oblast slîven, Oblast Stara Zagora, oblast haskovo, oblast kircalî, oblast plovdîv, oblas smoljan, oblast pazardjîk pêk tê.

Navê trakya ji yûnaniya kevn peyva thraîke tê kû digihêje qewmê trak. Di mîtolojiya yûnan de peyva trak jî cara pêşî di destana îlyada ya homeros de derbas dibe.

Çemê evros(yûnanî) yê ku bi tîrkî weke merîç û bi bûlgarî weke marîtsa tê binavkirin ji vê herêmê derdikeve û vê herêmê av dide. Ev çem ji başûrê bûlgarîstan derdikeve û ber bi jêr ve diherike, piştî sînorê tirkiye û yûnanîstanê diyar dike, diherike derya egeyê. Dirêjiya çem 480 km ye. Yek ji mezintirîn çemê trakya ye ku vediqete 3 mila.



(bnr: aleksandrupoli)



26.12.2021 04:21 | tîrêj zana 21