Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çileya 2022yan] de;

1. li bakurê kurdistanê û li tirkiyê bi awayek cemed û seqem derbas bû - dibe. li gor salên berê sartir û şilîtir derbas dibe. piraniya şilîyê weke berfê barî. li serhedê, botanê û li herêma zagrosê ji 3 hezaran bêhtir riya gundan hate girtin. taybetî li serhed û colemêrga zagrosê berf bi ser wesayît û xaniyan kete. li bajarên ku ev çend sale berf lê nebariya bû jî berf bariya. heya li navenda hesekêya rojava jî berf barî. herweha bajarên tirkiyê yên weke stembol û antalya jî di bin berfê de man.

îsal gelên kurdistanê û tirkiyê ji berfê têr bûn û hesreta çend salan bi dawî bû. li ser medya sosyal bi rojan parvekirinên ji dîmenên berfê dewam kirin.bi saya serê vê berf û seqemê hêvî dikim ku havîn li gor par hêniktir derbas bibe. çiku her sal pileya germahiyê zêde dibe û êdî havînî li bajarên weke êlih, amed, mêrdîn û rihayê jiyan zehmettir dibe.



27.01.2022 02:41 | tîrêj zana 21