3. Rêzefîlma cartoonî ku zarokê cîranê me hingî lê darî kiribû, ehmeqî pê re çê bibû. Êdî xwe ji jiyana rastî razber kiribû û di jiyana xeyalî de dijiya. Gava me li kuçeyê bi gokê dilîst, vî cîranê me yê ku kurê dê û bavek mamoste bû, dihat cem me û tevgerên tewşo mewşo dikir. Saetek heneka di destê wî de bû û hama carê wê badida û bi şid destê xwe yê din li ser saetê dixist. Digot aha bûm dortkol ( çardest an çarmil. Karakterek ji vê rêzefîlmê ye). Carê ba dida û dîsa lê dixist û îca dibû şîmşek hiz ( leza brûskî) niza lê dida dibû ateş topû ( goka êgir) lê di rastiyê de nedibû tu gû. Îca lêxistina ji zarokên taxê dixwar jî jê re kar dima. |
|
03.03.2022 03:27 |
tîrêj zana 21
|