2. Êrîşa destpêka şerê cihanê ye. Vîladîmîr pûtîn haziriya xwe ya şer a ku bîst salî bi vê êrîşê û îlhaqê xiste merîyetê. Wer xuya dike xwe ji kesî re naçemisîne û hesabê tu kesî nake. Niha dewletên natoyê û ewropa bi cezayên aborî li hember rûsya derdikevin û bi alîkariya dayîna çekan piştgiriya ûkraynayê dikin. Niha rûsya ji warê aborî û statuya navdewletî gelek kete bin zextê. Êdî ji şer pê ve çi rê li ber pûtîn nema. Ger emerîka midaxilî şer bibe, çîn û koreya bakur jî di amadebaşiyê de ne. Lewra kîm yong ûn dîsa dest bi cerbandina moşekên nukleer kir û derdorê ditirsîne. Herweha îro daxuyanî daye ku gotiye bila gerdûn ji şerê cîhanê yê sêyem re amade be. Piştî van dewletan îran jî li pişta rûsyayê ye. Niha herçiqas tirkiye xwe weke bêteraf bide xwuyakirin û yek ji dewletên natoyê be jî, dixwaze rûsya biser bikeve. Loma jî di hilbijartina derxistina rûsyayê ji konseya dewletên yekbûyî de raya xwe bikar neanî. Her weha diyar kiriye ku wê tu cezayên aborî jî li ser rûsya nesepîne. |
|
03.03.2022 02:26 |
tîrêj zana 21
|