Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aqûbeta tirşikê] de;

15. Bi awayek stabîl lê bi îstîqrar dimeşe. Dibêjin dostaniya ji 7 salan bibore, ew dostanî heta hetayê didome. Tirşik va kete sala xwe ya 9an. Yanê ji bendavê derbas bûye. Inca jê pê ve xîret û xebat divê.

Her wekî din aqûbeta malperekî popûlerbûna wê û qalîteya wê diyar dike. Ji bo malperek karibe mirovan li dor xwe bicivîne ku malperek weke tirşikê ji bo kurdî rolek girîng dilîze û divê kurdan li xwe bicivîne, divê yan di civakê de populer be, yan jî divê bi qelîteya xwe bala xwîneran bikêşe. Mixabin ji bo me kurdan malperên populer facebook û tiktok in. Ji loma ji bo tirşikê vebijêrka din dimîne ku ew jî biqelîtebûn e. Yanê divê nivîskar hinek ji dema xwe feraxat bike û xwe hinekî bi nivîsên xwe biêşîne, lê hûr bibe û ger nivîsek agahdariyê be lêkolînekê berya nivîsê bike. Hingê wê qelîte an qalîte her çi be wê bi xwe zêde bibe.


Dîsa ji bo selametiya aqûbeta tirşikê, wekî li jor hatine behskirin danasîn û reklam divê. Lê eyan e, reklam bi pereyan çê dibe. Ê rewşa tirşikê jî diyar e. Hêja xelatên tirşikê yên 2021an ne li meydanê ne. Lê ji danasînê re pere navê, xîret divê. Mesela twitter, ji bo kurdînivîsan buye stargehek. Li vê derê tirşik bi awayekî pergalî xebat û danasînekê bike( ev du sale di 1ê gulanê tê kirin) wê feyda wê hebe. Lê ne ku hema tenê çend nivîskar, bêyî organîzasyonekê çawalêhato bikin. Divê bi beşdariya rêveberiyê û bi rêjeyek mezin ya nîvîskaran pêk were. Ji xwe hejmara nivîskarên tirşikê gelek e, lê belê yên aktîf hejmara wan tiliyê destan derbas nake. Ji bo wê jî xîret divê.

Malperekê de têkiliya nifşan ji hev qut bibe kelecan û ezma nivîskaran kêm dibe. Hin kes bi xêra hin kesan dinivîsin.

Axir, li malpereke ji hezarî bêhtir nivîskarên wê yên tomarkirî hebe, di 24 demjimêran de tenê 5 peyam were nivîsîn, ew malper ber bi arşîvbûnê ve dihere.



07.01.2022 00:05 ~00:29 | tîrêj zana 21