Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tîrêj zana 21

profîla "tîrêj zana 21"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çaya ji kûpayê tê vexwarin] de;

11. Ne tu çay e. Heya ku mecbûr nemînim, tu car nayê heşê min jî. Lê li wargeha xwendekara, li ofîsa, li mala xwendekara û li xwaringeha car caran mirov mecbûr dimîne vexwe.

Ev kûpa ne, bê çi keratî ne wek sulhiya serşokê mezin û kûr in. Serê pêşî dema nû mirov çay dadigre, hingî germ e mirov dibê bila piçekî bicemide. Îja piştî hinekî cemidî çend qurtên ewil asayî ye û jê pê ve dibe wek qeşayê, hingî dicemide nayê vexwarin.

Çaya herî xweş, çaya qaçax ya di demdankê sifir de û li ser êgir bi hemd çêdibe ye. Paşê jî ew çay di qedehên nav qendîl de were vexwarin ji cewahir jî xweştir dibe.



21.06.2020 11:40 | tîrêj zana 21